Beriya mîhrîcanê çûn ser gora derhêner Mehmet Emîn Yalçinkaya
- 13:46 26 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê bi boneya mîhrîcana şanoyê ya dê îro dest pê bike çûn ser gora hevalê xwe yê şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya yê par jiyana xwe ji dest da û qurnefil danîn ser gora wî.
Li Amedê îro 7’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike. Heta 5’ê Gulanê dê dewam bike. Lîstîkvanên Şanoya Bajêr a Amedê beriya mîhrîcanê dest pê bike çûn ser gora hevalê xwe yê şanoger û derhêner Mehmet Emîn Yalçinkaya yê par jiyana xwe ji dest da ji bîr nekirin. Festîvala bi dirûşma “Heqîqet Azad Dike” dê bê li darxistin, diyarî Yalçinkaya hat kirin.
Lîstikvan çûn Goristana Yenîkoyê û gora Yalçinkaya ziyaret kirin û qurnefîl danîn ser gorê. Malbata Yalçinkaya, nas, dost û hevalên wî beşdarî ziyareta gorê bûn. Vekirina mîhrîcanê dê îro saet di 19.00’an de bi merasîmek û lîstika “Tenê Ez” li Şanoya Bajêr a Amedê pêk bê.