Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

  • 12:37 26 Nîsan 2019
  • Rojane
STENBOL - Malbata Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê dimînin, ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan, Mazlum Dînç ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Malbatên 3 girtiyên li gel Ocalan jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aktaş jî bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.