Ji xizmên girtiyan ji bo Wezareta Dadê name
- 11:06 26 Nîsan 2019
- Rojane
MÊRSÎN - Xizmên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîdê di greva bêdem û bêdorveger de ne ji bo balê bikşînin ser çalakiya grevên birçîbûnê ji bo Wezareta Dadê name şandin.
Komeleya Piştevaniyê û Alîkariyê ya bi Malbatên Hukumxwar û Girtî ên Çukurovayê re (TUAY-DER) ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine gireva birçîbûnê daxuyanî da. Daxuyanî li ber Avahiya HDP'ê ya Rêxistina Akdenizê hat dayin. Aktivîstên TJA'yê, rêxistinên civakî yên sîvîl, rayedarên partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan", hat berzkirin. Di daxuyaniyê de Sekreterê TUAY-DER'ê Ali Bilen axivî.
'Rewşa tenduristiya girtiyên di greva birçîbûnê de ne ne baş in'
Ali diyar kir ku rewşa tenduristiya girtiyên di greva birçîbûnê de ne ne baş in û wiha got:"Hukumet polîtikaya tecrîdê dike ranta siyasî. Di encama vê polîtikayê de li welat aramî nemaye. Rewşa tenduristiya girtiyên di greva birçîbûnê de ne ne baş in. Ji bo vê yekê divê çareseriyek demildest bê dîtin. Divê êdî tecrîd bi dawî bibe û tabût ji girtîgehan derneke."
Piştî daxuyaniyê rêveberên TUAY-DER'ê yên Çukurovayê derbasî Postexaneya Navendê bûn û name ji Wezareta Dadê re şandin da ku balê bikşînin ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ne.