Welatiyên li Kuçukçekmeceyê axivîn: Ev polîtikayên dewletê ye

  • 10:14 26 Nîsan 2019
  • Rojane
Safiye Alağaş 
 
STENBOL - Gelek kesî bertek nîşanî îstismara zayendî ya li Kuçeya Kanaryaya Kuçukçekmeceyê dan. Jinan diyar kirin ku tiştên tên jiyîn polîtikayên dewletê ye û wiha gotin:"Ji ber ku em Kurd in çavên xwe ji me digirin. Çi bi zarokên Kurdan dibe bila bibe ne xema wan e. Wekî din çareserî tune ye divê jin serî hildin."
 
Li Kuçeya Kanarya ya Kuçukçekmece ya Stenbolê di 23'ê Nîsanê de zaroka 5 salî bi îstismara zayendî rû bi rû hatibû hiştin. Li ser berteka gel bersûc hat girtin. Piştre hejmara binçavkirinê derket 9'an. Jinên li kuçeyê me hevdîtin bi wan re pêk anîn tiştên 3 rojî jiyîne ji me re rave kirin. 
 
Fatma Ece got:"Dema ku min ev bûyer bihîst ez çûm kuçeya bûyerê. Piştre em hemû jin bûn yek û me got em vê yekê qebûl nakin. Me got hewce bike em ê li hemû derên Stenbolê bigerin û rakin ser lingan. Heger em ji vê yekê re bêdeng bimînin ew ê sibehê tiştên hîn ne baş biqewime."
 
'Em êdî newêrin zarokên xwe derxin derve'
 
Zekiya Ozdemir da zanîn ku ew newêrin êdî zarokên xwe derxin ber derî jî û wiha got:"Em êdî nikarin zarokên xwe tenê derxin derve. Dema diçin lîstikê dilîzin jî em bi wan re diçin. Em naxwazin bûyerên wiha biqewimin. Em dixwazin ev kes bê cezakirin."
 
Polîs: Ma çi bû ye
 
Fecriye Kaplana 70 salî ya ku ji meşa kuçeyê re pêşengtî kir wiha got:"Ev 20 sal in ez li vê kuçeyê dijîm. Îro li vir bi saya jinan serîhildanek pêk hat. Çi mafên wan heye ku li van zarokan wiha dikin. Em jin bi hev re li dijî vê bûyera îstismarê li ser lingan e. Polîs dibêjin ma çi bû ye. Dema ku mijar zarokên Kurd be ne xema kesî ye. Polîsan gaz bera vir da. Lê em ê cîhanê rakin ser nigan."
 
'Ji hişbirê, taciz û tecawizê re çavên xwe digirin'
 
Turkan Bati da zanîn ku ji ber ku bêtir Kurd li Kuçeyê dijîn kesên rayedar ji hişbirê, taciz û tecawizê re çavên xwe digirin û wiha got:"Ji taciz û tecawizê re, rayedar çavên xwe digirin. Tenê dibêjin bila bûyerên siyasî neyên jiyîn. Çi gel be bila bibe lê tecawiz nayê qebûlkirin. Dema ku mersele Kurd be çavên xwe digirin. Îro bi hezaran kes di girtîgehan de di greva birçîbûnê de ne û rayedarê vê dewletê çavên xwe ji vê yekê re digirin. Lê em ê li dijî her neheqiyê her li ser lingan bin."