Li bajarên Elmanyayê afîşên li dijî tecrîdê hatin daliqandin

  • 10:10 26 Nîsan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo 7 hezar girtiyên di greva birçîbûnê de ne, bi dirûşma "7 hezar li dijî tecrîdê" li gelek bajarên Elmanyayê afîş hatin daliqandin.
 
Ji bo bidawîkirina tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Hevseroka Kongera Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentar Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ya Colemêrgê Leyla Guven li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatan çalakiyên greva birçîbûnê pêk tên. Ji bo piştgiriya bi berxwedana grevên birçîbûnê, doh li Elmanyayê kampanya daliqandina afîşan destpê kiribû. Afîş bi Hashtaga "7 hezar li dijî tecrîdê" (#7000gegenIsolation) hatin daliqandin û bi taybetî işaret bi Leyla Guven û 7 hezar girtiyên di greva birçîbûnê de ne hate kirin. Di afîşan de dirûşmên "Em dawî li bêdengiyê bînin" û "Dengê zindanan bibihîzin" hatin nivîsandin û li gelek bajaran hatin daliqandin.
 
Li peykerên Stortebeker û Zitronenjette ku sembolên Hamburgê ne, her wiha li peykerên gelek meydanên bajêr, êlekên spî yên ku nîşaneya çalakgerên greva birçîbûnê ye hate kirin. Li berlin û Magdeburgê jî aktîvîstan boyaxa sor li meydanan rijandin û bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê.
 
Li gelek bajaran afîş hatin daliqandin
 
Afîşên bi heman rengî li bajarên Leipzig, Bielefeld, Munchen, Hannover, Tubingen, Celle û Bonn hatin daliqandin. Aktîvîstan her wiha wêneyê afîşan kişandin û di Hashtaga “#7000gegenIsolation” de li medya civakî parve kirin. Kampanya ji aliyê Tevgera Femînîst "Em bi hev re têbikoşin" û "Tatort Kurdistan" (Cihê bûyerê, Kurdistan) ve hate organîzekirin. Çalakger bi rêya vê çalakiyê dixwazin bala raya giştî ya Elman bikişînin ser grevên birçîbûnê û bikin ku rêveberiya Berlinê bikeve nava liv û tevgerê.
 
Li derveyî dibistan, stasyonên trenê û rawestgehên metroyê ku qadên cemaweriyê ne, afîş li wesayitan, bisiklêtan, şaneşînan û daran hatin daliqandin. Aktîvîstên Elman ku 25'ê Nîsanê weke 'roja çalakiyan' ragihandin, tê payin ku heta demekê afîşan daliqînin.