ÎHD'yîyên xwestin astengiya li dijî malbatan şermezar bikin hatin astengkirin
- 10:02 26 Nîsan 2019
- Rojane
KOCAELÎ - ÎHD'yîyan xwestin astengkirina dayikên li ber Gebzeyê, şermezar bikin lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
Endamên Şaxa ÎHD'a Kocaeliyê xwestin êrîşa li dijî dayikên li ber Gebzeyê ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de ne, di nobetê de ne, şermezar bike lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Endamên ÎHD'ê do xwestin li ber Parka Mafên Mirovan a Kocaeliyê daxuyaniyê bidin lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
Polîsan nehiştin ku ÎHD'yî ji avahiyê derkevin. Polîsan anîn ziman ku ger li derve daxuyanî bê dayin ew ê bi biryara walîtiyê binçavkirin pêk were.
Tevî hemû nîqaşan daxuyaniya parêzvanên mafên mirovan hat astengkirin.