Dorpêçkirina mala Leyla Guven hat bidawîkirin

  • 09:20 26 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED-Polîsan mala Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê ya ku li dijî tecrîda îmraliyê ev 169 roj  in di greva birçîbûnê de ye dorpêç kiribûn. Dorpêçkirina polîsan bi dawî bû. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev 169 roj  in di greva birçîbûnê de ye. Polîsan mala Leyla ya li Baglara Amedê bi Toma û gelek  wesayetên zirxî dorpêç kiribûn. Her wiha gelek polîs hatibûn sewqkirin. 
 
Sedema vê dorpêçkirinê nehat diyarkirin. Dorpêçkirina polîsan 3 şûnde bi dawî bû.