'Em ji sînoran natirsin û parçekirina xaka Efrînê jî qebûl nakin'
- 09:17 26 Nîsan 2019
- Rojane
ŞEHBA - Jinên ku beşdarî çalakiya rûniştinê ya li dijî sînorên di navbera Efrînê û Şehbayê ji aliyê dewleta tirk ve tê avakirin bûn gotin: "Em tu carî ji avakirina sînoran natirsin, lê em tu carî parçekirina xaka Efrînê jî qebûl nakin."
Ji bo şermezarkirina dîwarên ku dewleta Tirk di navbera Şehba û Efrînê de lê dike, gelê Efrînê yên ku li Şehba û Şêrewa bi cih bûne berê xwe dan gundê Saxûnekê û li wê derê çalakiyek rûniştinê bi dirûşmeya "An Efrîn an Efrîn" li dar xistin. Jinên Efrînê bi Ajansa me re axivîn û gotin: "Em li hember bêdengiya dewleta Sûriyeyê matmayî dimînin, sinor li hember berxwedana me nabe asteng, em her dem çalakiyên xwe ji bo Efrînê bidomînin da ku em Efrînê ji dagirkeran xilas bikin."
'Çalakiyên me armanca rizgarkirina Efrînê ye'
Şaziye Ibrahîm behsa armanca çalakiyên xwe kir û wiha got: "Hatina me ya gundê Saxûnekê bi armanca şermezarkirina bêdengiya dewletan a li hember kiryarên dewleta Tirk e. Efrîn tê talankirin lê bêdeng in. Em li dijî lêkirina dîwaran e, em ê her çalakiyên xwe bidomînin ji bo rizgarkirina Efrînê."
Şaziye herî dawî bal kişand ser sinora ku tê avakirin wiha got: "Ger Erdogan sînorên ku ava dike, raneke, em ê wekî dayîkên şehîdan van dîwarana hilweşînin. Banga me li dewleta Sûriyê heye ku çav û guhên xwe ji bo parçekirinê negire. Ger bi destên dayîkên şehîdan mabe dê ev dîwar were hilweşandin."
'Vîna me ji hêza dijmin xurtir e'
Dilîvan Îbiş jî wiha got: "Weke jinên Efrînê tenê xwesteka me rizgarkirina Efrînê ye. Bila dewleta Tirk nefikire ku em ji hêz û dîwarên wê ditirsin, ji ber ku îradeya me ji hêza wê xurtir e, bi îradeya jinê ew dîwar dê were rakirin."
'Serkeftin a Gelê Kurd e'
Xedîce Muhemed jî diyar kir ku xwediyê Efrînê dê bizivirin Efrînê û wiha pê de çû: "Armanca me ew e ku em Efrînê ji dijmin bigirin û careke din bizîvirin xaka xwe. Erdogan ne xwediyê Efrînê ye ne yara Efrînê ye. Darên Zeytûnan bi xwîna şehîdan hatiye avdan em ê vegerin û serkeftinê bi dest bixin û serkeftina Efrînê bi pêlên dîrokê binivîsînin."
'Bi hêza jinê dê sînor hilweşin'
Elîf Beşîr jî hêrsa xwe ya li hember avakirina dîwarên dewleta Tirk anî ziman û got: "Em ê bi hêz û berxwedana jinê sînor hilweşînin û vegerin Efrîna rengîn. Em li ser fikra Rêberê mirovahiyê dimeşin da ku em xwediyê dîrok û nasnameya xwe derkevin. Em wek hêza jinê her dem ji bo rizgarkirina Efrînê heta dawiyê amade ne."
'Dewleta Tirk bi sînoran nikare Efrînê ji me dûr bixe'
Jina bi navê Heyat Ehmed jî wiha axivî û got: "Em weke jinên Efrînê nahêlin dewleta Tirk bi sînorên xwe Efrînê ji me dûr bixe, ji ber vê yekê me berê xwe da hember dîwarên ku tên avakirin, em peyamekê ji Erdogan re bişînin gelê Efrînê bi sînoran natirsin û serê xwe natewînin, bila dewleta Tirk nefikire ku Efrînê jê re bimîne."
Çalakî bi dirûşma "An Efrîn an Efrîn", " Efrîn a me ye" bi dawî bû.