Dayika girtî: Dema kurê min birçîbe ez ê çawa têr bim
- 09:16 26 Nîsan 2019
- Rojane
Rengîn Azîzoglu
AMED - Kurê Turkan Yildiz, Hamza Yildiz li girtîgehê 57 roj in di greva birçîbûnê de ye. Turkan bal kişand ser grevê û wiha got: “Dema kurê min birçîbe ez ê çawa razêm. Divê em ji bo wan bikevin tevgerê. Divê her kes bibe yek."
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 170’emîn de didome. Ji 1’ê Adarê şûnde jî li hemû girtîgehan 7 hezar girtî ketine grevê. Hamza Yildiz yek ji van girtiyane û di 1999’an de li Farqînê hatiye dinê. Li girtîgeha Tîpa D ya Amedê 57 roj in di grevê de ye.
Di 17 salî de hat girtin
Dayika wî Turkan Yildiz da zanîn ku piştî qedexeya li Farqînê piştî pevçûnan, Hamza 2 salan kaçax jiyaye û wiha got: “Bi hinceta wêneyê wî hatiye kişandin lêgerîna wî hebû. Em bi hesret bûn ku Hamza bi rehetî li malê razê. Ji ber bûyerên vir psîkolojiya wî xera bû. Em hemû wisa bûn. Dengê çekan rehetî neda me. Piştre me koç kir. Piştî bûyeran em vegeriyan lê ew venegeriya. Êşa hevalê wî dilê wî de bû. 4 sal berê kurê min hat girtin. Birin girtîgeha Tîpa D ya Amedê. Hîna 17 salî bû. 6 sal û 7 meh ceza danê.”
‘Dema ew birçîbe ez ê çawa têr bim’
Turkanê her wiha destnîşan kir ku kurê wê di meha kanûnê de ketiye greva 10 rojan a dorveger û ji 1’ê Adarê şûnde jî ketiye ya bêdem û bêdorveger. Turkanê balkişand ser rewşa kurê xwe û got ew beyî kurê xwe nikarin tiştekî bixwin û got dema kurê wê birçîbe wê çawa ew têr be. Turkanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila tu dayik negirin. Ji ber vê divê em bêjin bes e. Divê her kes bibe ye. Kurê min 8-9 kîlo daye. Nabêje ez nebaşim lê roj bi roj dihele. Hêza zarokên me nemaye. Yakane daxwaza wan aştî û yekitiye. Daxwaza me jî aştiye, ne tiştekî din e.”