Di roja 112’emîn a grevê de ye: Ev berxwedan wê bibe taca ji kûlîlkan a serê jinan
- 09:13 26 Nîsan 2019
- Rojane
Şehrîban Aslan
ÊLIH - Bêrîvan Bîtmen a li Girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye çalakiya wê di roja 112’an de ye. Berîvanê di nameya ku ji malbata xwe re şandiye de diyar kir ku ev berxwedana wan wê li serê jinên Kurdistanê bibe taca ji kûlîlkan.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 170’emîn de didome. Piştî Leylayê li girtîgehan û Ewropayê jî çalakî belav bû. Li Girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê Bêrîvan Bîtmen jî di roja 112’an a greva xwe de ye. Xizmên Bêrîvanê bal kişandin ser rewşa tenduristiya wê.
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî di rojên borî de twîtterê de der barê rewşa Bêrîvanê de agahî parve kiribû û gotibû: “Bêrîvanê bi şev ranazê. Ji qirika wê avek bi rengê qehweyî tê. Di bin çonga wê de kîtleya hebû mezin bûye û nikare bimeşe. Çend hefteye jî di pêsîra wê de kîtle çê bûye.”
Malbata Bêrîvanê di salên 90’î de ji Dihê ya Sêrtê koçî Metropolan kiriye. Bêrîvan 3 sal berê hat girtin û heta niha 3 girtîgeh guhertiye. Malbata wê wiha got: “Bêrîvan ji bûyerên Kobanê bi bandor bû. Li Nisêbînê ji endamtiya rêxistinê hat girtin. Salekê li Mêrdînê ma. Piştre birin Tarsusê û piştre jî birin Qeyseriyê. Niha ji 5’ê Çile de ye di grevê de ye.”
‘Moralê wan ji yê me baştir e’
Malbatê ev tişt vegot: “Nikaribû bimeşe. Hevalan ew dianî. Digot divê hûn dengê xwe bilind bikin. Vê hefteyê geriya û got heval rûnê zeyt li çongê wê didin. Bi vî awayî hinek rehet dike. Nikare razê. Mîdeya wê ne rehet e. Got heta daxwazên wan neyê cih wê çalakiyê bidomînin. Moralê wan ji yê me baştir e”
Saziyên navneteweyî çi dikin?
Malbatê da zanîn ku divê pêngav bê avêtin û muxatab bikevin dewrê û wiha pê de çû: “Me rewşa keça xwe dît em çûn cem midûrê girtîgehê. Wan got tiştekî em bikin tune ye. Gelo saziyên navneteweyî çi dikin, çima deng dernaxin? Tevî rewşa girtiyan tu tiştek nayê kirin, li ser vê ceza li wan tên birîn. Ev 4 mehe em nikarin biçin hevdîtina vekirî. Hewcedariyên wan pêk naynin. Kontrolên doktor nayên kirin. Bila her kes destê xwe bike bin kevir.”
Her wiha Bêrîvanê jî di rojên borî de nameyek ji malbata xwe re şand û got: “Ez bi strana serkeftinê ya welat we silav dikim û hezkirinên xwe ji we re dişînim. Ez di her alî de hêvî dikim ku hûn bi moral in û rewşa we baş e. Xwişka min a delal felsefa me ‘bijî û bide jiyînê ye’. Em bi vê felsefê têdikoşin û dijîn. Ev ji bo pirsa divê çawa bê jiyîn bersiv e. Em vê felsefê girîng dibînin. Berxwedana me ji bo şikandina tecrîda giran a 21 salî daye destpêkirin wê bi rihê Kemal Pîran bibe têkoşîn. Ev berxwedana wan wê li serê jinên Kurdistanê bibe taca ji kûlîlkan.”