Îdiaya girtî li nexweşxaneyê hatiye derbkirin
- 09:06 26 Nîsan 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Hat îdiakirin ku girtiya bi navê Gulîstan Yusman a li Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê girtiye li nexweşxaneyê bi hinceta ‘PKK’î ye’ hatiye hedefgirtin û derbkirin. Dayika wê Behiye Yusma da zanîn ku xwestin wê lînç bikin û got bi vê lînçê wê negihêjin tu cihekî.
Çalakiya grevên birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecrîda li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin bi tevlîbûna 7 hezar girtî didome. Piştî çalakiyê li girtîgehan binpêkirinên mafan û zext jî zêde bûn. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa T ya Bayburtê bû. Hat hînbûn ku Gulîstan Yusma a ji girtîgehê sewqê nexwşexaneyê kirine, li wir ji aliyê welatiyan ve hatiye derbkirin.
‘Bi mirovan re wijdan nemaye’
Dayika wê Behiye Yusma da zanîn ku keça wê bi hinceta parvekirinên çapemeniya civakî hatiye girtin, 4 sal ceza lê hatiye birîn û got: “Niha li Girtîgeha Bayburtê ye. Keça min 15-16 kîlo daye. Keça min bêyî sûc hat girtin. Keça min dema çû wir 60 kîlo bû. Niha 45 kîlo ye. Li girtîgehê bi astimê ket. 19 rojan di grevê de ma. Ji ber vê hevalan jê derxist. Di telefona dawî de keça min got girtî kirine hucreyan. Bi van re wijdan nemaye.”
‘Li nexweşxaneyê keça min lînç kirine’
Behiyeyê destnîşan kir ku keça wê û girtiyên din di şertên giran de têkoşîna jiyanê didin û wiha got: “Keça min nexweşa astimê ye. Di rojên borî re rewşa wê giran bûye û birine nexweşxaneyê. Di dora nexweşxaneyê de gardiyan di telefonê de diaxive û dibêje ‘min niha terorîstek PKK’ê aniye vir. Tu ji bo taştê li benda min nemîne’. Di vê navberê de kesên derdorê êrîşî wê kirine û xwestine wan lînç bikin. Keça min li gardiyan xeyidiye û gardiyan bi qirika wê girtiye û avêtiye odeyê. Dema em çûn hevdîtinê her derê wê rewş bûbû. Em heta dawî li pişt daxwazên zarokên xwe ne. Çi dikin bila bikin wê zarokên me serî netewînin.”