Xizmên girtiyên di grevê de ne: Ew ê berxwedan bi ser bikeve
- 09:04 26 Nîsan 2019
- Rojane
MEXMÛR - Çalakiyên girevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Leyla Guven hat destpêkirin bi biryarek mezin didomin. Xizmên girtiyên di greva birçîbûnêd de ne gotin:"Heta dawiyê em ê pîştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê bikin."
Di 8’ê Mijdara 2018' an de Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrge Leyla Guven, ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêbere PKK 'ê Abdullah Ocalan, dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Ev xeleka berxwedanê her ku çû berfireh bû. Li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê di 16’ê Kanûna 2018' an de girtiyên bi doza KCK' ê tên darizandin jî tevli vê govenda berxwedanê bûn û dest bi çalakiyên greva birçîbûne yên bêdem û bêdorveger kirin. Her wiha ji 1’ê Adara 2019' an ve li tevahî girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê 7 hezar girtî tevlî berxwedana dirokî bûn. Yek ji wan berxwedêran Emer Yaman ê li Girtîgeha Tokatê dimîneye. Biraziya Emer Yaman, Cemile Korkmaz ku li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dijîn di derbarê çalakiyan de ji ajansa me JINNEWS’ê re axivîn.
‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’
Biraziya Emer Yaman, Cemile Korkmaz derbarê rewşa apê xwe û çalakiyên girevên birçîbûne yên ku ev 5 meh zêdetirin didome de wiha dest bi axaftina xwe kir û got: “Ji 1’ê Adarê ve apê min di greva birçîbûnê de ye, me heta niha tu agahî jê negirtiye Tênê em dizanin ew jî ketiye greva birçîbûnê. Em jî wek biraziyên wî heta dawiya xwîna xwe em ê piştgiriya vê çalakiya bi pêşengtiya Leyla Guven dest pê kir, bikin û dest ji berxwedanê bernedin. Bi berxwedana Mazlûm Dogan û hevalên wî heta roja îro tu berxwedan bê encam bi dawî nebûne em di wê baweriyê de ne wê ev berxwedan jî bi ser bikeve.”
‘Bi berxwedanê tecrîd wê bişkê’
Cemîle Korkmaz di berdawamiya axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyan û wiha anî ziman: “Em vê tecrida li ser Serokê xwe bi tu şêweyî qebûl nakin û em ê bi berxwedanê vê tecridê bişkînin.”
Her wiha hevjîna birayê Emer Yaman, Zinê Yaman bang tevayî Gelê Kurd kir û got: “Banga min ji tevahî Gelê Kurd ew ê ku xwedî li wan dayikên li ber deriyê zindanan derkevin û piştgiriya wan bikin da ku deriyê zîndanan vebe û ev tecrîd were şikandin.”