ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2019'AN

  • 09:00 26 Nîsan 2019
  • Rojev
*Jina bi navê Necwe Şiblî bi keda destên xwe alavên xemlê çê dike. Necwe her wiha rûyê balîfan jî dixemilîne. Necweyê derbarê karên destan û alavên ku çê dike wiha got:"Tevî hemû êrîşan û rewşa şer, em dev ji çanda xwe bernadin. Xemilandin parçeyek ji jiyana min e. Ez alavên xemlê dema çê dikim ez hês dikim tiştên erênî li jiyana min zêde dibin. Çanda kevnar nasname û jiyana jinê ye." DÎMEN HEYE  
 
*HDP’ê ji sedî 52  bi ser ket û şaredariya navçeya Tuşba ya Wanê bi dest xist. Lê YSK'ê  bi hinceta namzetê HDP’ê Yilmaz Berkî KHK’yi ye mazbata wî da partiya duyemîn. Der barê vê biryara YSK’ê de hevşaredara HDP’ê ya Tuşbayê Ayşe Mînaz nirxandin kir. BI DÎMEN
 
* Çalakiyên girevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Leyla Guven hat destpêkirin bi biryarek mezin didomin. Xizmên girtiyên di greva birçîbûnêd de ne gotin:"Heta dawiyê em ê pîştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê bikin."
 
*Hat îdiakirin ku girtiya bi navê Gulîstan Yusman a li Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê girtiye li nexweşxaneyê bi hinceta ‘PKK’î ye’ hatiye hedefgirtin û derbkirin. Dayika wê Behiye Yusma da zanîn ku xwestin wê lînç bikin û got bi vê lînçê wê negihêjin tu cihekî.DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Mujde Tozbey diyar kir ku divê civak li dijî îstîsmara li hember zarokan pir baldar bin û divê bertekê nîşan bidin û wiha got: “Dixwazin qanûnê jî li gorî xwe eyar bikin. DDB ya destûrê dide mehra olî û pêşnûmeya AKP’ê dema bibin yek, tişta tê pêşberî me ev e ku zarokên keç li gorî xwe didin zewicandin.”DÎMEN HEYE  
 
*Parêzvana mafê jinan Mary Wollstonecraft bi berhema xwe ya ‘Hincetkirina Mafên Jinan’ roja me ya îro ronî dike, di 27’ê Nîsana 1759’an de hat dinê. Nêrînên Mary yên 300 sal berê gotibû ji aliyê jinan ve xwedî lê hat derketin.
 
*Bêrîvan Bîtmen a li Girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye çalakiya wê di roja 112’an de ye. Berîvanê di nameya ku ji malbata xwe re şandiye de diyar kir ku ev berxwedana wan wê li serê jinên Kurdistanê bibe taca ji kûlîlkan.
 
*Rêveberên komeleyan diyar kirin ku ji bo grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê bidawî bin û daxwaz bên qebûlkirin, rêxistinên civakî yên sivîl zêdetir peywirê bigirin.
 
*Kedkara perwerdeyê Ebru Dînçer da zanîn ku KHK’yî bi armanca muxalîfan bînin rewşa ‘miriyên civakî’ wek alava tecrîdê hatine bikaranîn û got di lîsteyên hilbijartinê de cih girtina KHK’yiyan ji bo AKP’ê bersivek bû. Ebruyê got heta kolan neyên xurtkirin, heta wek têkoşîna mafê mirovan, demokrasî, ked û aştiyê neyê dîtin, em nikarin bêjin ev encamên hilbijartinê ji bo birînan bûye derman.
DÎMEN HEYE  
 
*Jinên ku beşdarî çalakiya rûniştinê ya li dijî sînorên di navbera Efrînê û Şehbayê ji aliyê dewleta tirk ve tê avakirin bûn gotin: "Em tu carî ji avakirina sînoran natirsin, lê em tu carî parçekirina xaka Efrînê jî qebûl nakin."DÎMEN HEYE  
 
*Kurê Turkan Yildiz, Hamza Yildiz li girtîgehê 57 roj in di greva birçîbûnê de ye. Turkan bal kişand ser grevê û wiha got: “Dema kurê min birçîbe ez ê çawa razêm. Divê em ji bo wan bikevin tevgerê. Divê her kes bibe yek."DÎMEN HEYE