Berxwedêrên Qereçoxê hatin bîranîn
- 16:45 25 Nîsan 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma "Bi rihê şehîdên Qeroçoxê em ê tekoşînê mezin bikin" 2'emîn salvegera êrîşên çiyayê Qeroçoxê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat şermezarkirin.
Di 25'ê Nîsana 2017' an de çiyayê Qeroçoxê rastî êrîşa ji aliyê dewleta Tirkiyeyê hat. Bi balafirên hewayî êrîşî çiyayê pîroz kir û di êrîşê de 20 têkoşeran jiyana xwe ji dest dan di nav de jî hin hevalên ragihandina dengê rojava şehîd bûn. Gelê herêma Cizîrê berê xwe dan çiyayê berxwedêr û komkujî şermezar kirin û sekna tekoşîn û berxwedanê nîşan dan.
Berî ku merasima bîranînê dest pê bike, deqeyek rêz ji bo pakrewanên azadiyê hat girtin. Paşê ji aliyê Qantona Qamişlo, Yekineyên Parastina Jin û Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftina hatin kirin.
Têkoşera azadiyê Leyla Waşûkanî wiha got: "Hovîtiya dewleta Tirkiyê hemû zagonên mirovahî û navnetewî derbas kirin. Şervanên me di êniyên şer de li ber xwe didan û têkoşîneke bê hempa li hemberî terora DAIŞ'ê didan meşandin. Dewleta Tirkiyeyê bi balafirên xwe êrîşê me kir. Armanc jî ew bû ku terorê biparêzin. Îro tola van hevalan û tola vî çiyayê pîroz hate hildan û cîhan ji terorê xilas bû. Azadiya ku em îro tê de dijîn bedela wê jî giran bû ji bo wê jî em ê tekoşîna xwe bilind bikin heta em tola hemû şehîdên azadiyê hilgirin."
Her wiha Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî Seyid, hevseroka Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif axaftin kirin û di na va axaftinên xwe de dan zanîn ku êrîşa li ser qereçoxê êrîşa li ser tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û wiha gotin: "Hedefa van komkujiyan ew e ku gelê herêmê ji îradeya wan a azad dûr bixin. Îradeye ku li ser esasê netewa demokratîk hatiye çêkirin tu kes wê nikarîbe têk bibe. Ew ê kesek nikaribe me ji xeta azadiyê dûr bixe. Komplo çareke din bi bin ket gelê me bi ser ket."
Gel gurzê kulîlkan danîn ser goran.