Gelê Efrînê sînorên dewleta Tirk bi çalakiyekê şermezar kir

  • 15:26 25 Nîsan 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Bi sedan Efrînî yên ku li Şehbayê û Şêrewa bi cih bûnin, bi hêzek mezin berê xwe dan gundê Saxûnekê û bi dirûşma "An Efrîn An Efrîn" dîwarên ku dewleta Tirk ava dike şermezar kirin.
 
Bi hêrs û coşek mezin gelê Efrînê parçekirina Efrînê û sînorê di navbera Efrîn û Şêrewa de ku dewleta Tirk ava dike bi çalakiyek rûniştinê li hember dîwarên dewleta Tirk şermezar kirin.
 
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir, piştre koma Engîzek bi stranên xwe berxwedana Efrînê anîn ziman.
 
'Sînorên dewleta Tirk nikare me ji Efrînê qut bike'
 
Paşê  li ser navê Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Sûreye Hebeş, li ser navê Meclîsa Şêrewa Wîded Dawod, li ser navê Meclîsa Ehrezê Fîdan Ebdo, li ser navê Meclîsa Şehba Ednan Hemo axivîn. Di axaftinan de wiha hat gotin: "Em gelê berxwedêr in tu carî teslîmkariyê qebûl nakin. Ev dîwarên ku tên avakirin bandorê li ser hêz û berxwedana me nake, ji ber ku ne sînor û ne gefên dewleta Tirk nikare me ji Efrînê qut bike. Em ê canê xwe fedayî Efrînê bikin. Em ji dijmin re serî natewînin, êdî bes e ji bêdengiya dewletan re û bi taybet dewleta Sûriyeyê ya ku guh û çavên xwe li hember kiryarên dewleta Tirk di derheqê gelê Sûriyeyê de girtiye. Me bi xwîna şehîdan soz daye ku em ê Efrînê rizgar bikin."
 
Çalakî bi dirûşma "An Efrîn an Efrîn" bi dawî bû.