Polîsan li Gebzeyê malbat dorpêç kirin û dîmenên rojnamegeran jê birin

  • 15:24 25 Nîsan 2019
  • Rojane
STENBOL - Polîsan, malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de li ber Girtîgeha Gebzeyê dorpêç kirin. Polîsan malbatan ji ber hepsê dûr kirin û dîmenên rojnamegeran jî jê birin. 
 
Bi hezaran girtî bi daxwaza rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Malbatên girtiyan piştevaniya xwe mezintir dikin. Malbatên girtiyan ên li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di greva birçîbûnê de di roja 17’emîn de çalakiya nobetê berdewam kirin. Malbat li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Gebzeyê hatin ba hev û xwestin ji vir bir wesayîtên xwe biçin ber girtîgehê. 
 
Malbat nêzî ber girtîgehê bûn. Polîsan pêşiya malbatan girt û destûr nedan li ber girtîgehê daxuyanî bidin û çalakiya nobetê li dar bixin. Polîsan gefa binçavkirinê li malbatan xwar û xwest belav bibin.  
  
Malbatan ji polîsan re got dê belav nebin. Polîsek ji malbatekê vê pirsê kir: “Çend sal e zarokê we di hepsê de ye?” Dayikê wiha bersiv da polîs: “20 sal e girtî ne.” Polîs vê carê jî wiha gef li dayikê xwar: “Hêj nû zarokê we hat bîra we? Niha belav bibin.” 
 
Li ser vê yekê malbatan cihê lê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Polîsan bi darê zorê malbatan li wesayîtan siwar kirin û wan ji ber girtîgehê dûr kirin. 
  
Di vê navberê de polîsan kamera û wênekêşên rojnamegerên çalakiyê dişopandin kontrol kirin û hemû dîmen û wêneyan jê birin.