'Dê di 1’ê Gulanê de biherikin Qada Îstasyonê'
- 14:43 25 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - Komîteya Amadekar a Mitînga 1’ê Gulanê ya Amedê starta mitîngê da û dan xuyakirin ku ew ê li dijî binpêkirina mafên sendîkayî, polîtîkayên şer û zext, dê bi daxwaza ked, aştî, azadî û demokrasiyê li Meydana Îstasyonê bin.
Li Amedê starta mitînga Cejna Karkeran a 1’ê Gulanê hat dayîn. Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ku ji saziyên Konfedarasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfedarasyona Senîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Odeya Bijîşkana Amedê û odeyên girêdayî Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB) pêk tê, ji bo mitînga 1’ê Gulanê serî li Walîtiya Amedê da. Piştî serlêdanê Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê li Şaxa Jimara 2’an a Genel-Îş’ê ya girêdayî DÎSK’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Komîteya Amadekar Hasan Hayrî Eroglu axivî û ragihand wan dest bi amadekariyên pîrozbahiya 1’ê Gulanê kirine.
Hasan, da zanîn ku ew ê li dijî geşedanên li welat diqewimin bêdeng û bêbertek nemînin û wiha got: “Em wek her devera Tirkiyeyê dê li Amedê jî 1’ê Gulanê pîroz bikin. Mixabin di salên dawî de li welatê me li dijî kedkar, alîgirên kedê û demokrasiyê ne êrîşên bi zext, qedexe, girtin û tecrîdê didomin. Dîroka 1’ê Gulanê di heman demê de dîroka têkoşîna civakî, wekhevî û azadiyê ye. Ji bo em li dijî hemû neheqiyên li dijî karker û kedkaran dengê xwe derbixin, em ê di mitînga 1’ê Gulanê de bên gel hev."
1'ê Gulanê dê roja Çarşemê di seat 13.00’an de li Qada Îstasyonê bê pîrozkirin.