Meclisa Jinan a HDK'ê: Em bibin dengê zarokan
- 14:13 25 Nîsan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a HDK'ê, derbarê êrîşa zayendî ya li dijî zaroka li Kuçukçekemceyê de daxuyanî û wiha got: "Em ê bibin dengê zarokên ku tên bêdengkirin. Li her cihê ku êrîşa zayendî tê kirin em ê bi dengê herî bilind biqîrin: Zarok tê bêdngkirin lê tu bêdeng nemîne."
Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) , Meclisa Jinan a HDK'ê, derbarê êrîşa zayendî ya li dijî zaroka 5 salî li Kuçukçekemceyê de daxuyanî. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dijî êrîşa zayendî jin li herderê li ser piyan e lê Walîtiya Stenbolê çalakgeran wekî 'provokator' nîşan dide û polîs jî êrîşî kesên ku bûyerê şermezar dikin dike.
'Bingeha êrîşa zayendî û tundiyê ava dikin'
Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser biryara veşaretinê ya derbarê lêpirsîna derbarê dozê de û wiha hat gotin: "Biryara veşartinê ya derbarê lêpirsîna li ser bûyerê tê wateya bincilkirina wê. Ji Pozantî, Ensar û heta Aldagê polîtîkayên dewletê yên li dijî zarokan ên dewletê bingeha êrîşên nû û zêdebûna tundiyê ava dikin."
'Zarok hat bêdengkirin tu bêdeng nemîne'
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em careke din bang li îktîdarê dikin û dibêjin ku ji bo tundî û êrîşên zayendî yên li dijî zarokan bên bidawîkirin bila polîtîkayên li dijî êrîşan bên pêşxistin. Em ê bibin dengê zarokan! Li her cihê ku êrîşa zayendî tê kirin em ê bi dengê herî bilind biqîrin: Zarok tê bêdngkirin lê tu bêdeng nemîne."