Li Îzmîrê jinek hat kuştin

  • 13:52 25 Nîsan 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - K. Akçali yê li navçeya Konak dijî, bi hinceta hevjînê wî Sîbel Akçali bi telefonê re mijûl dibe, kuşt. 
 
Emekdarê kar K. Akçali yê li Taxa Kahramanlar a navçeya Konak a Îzmîr dijî hevjînê xwe Sîbel Akçali kuşt. K. Akçali, bi hinceta hevjînê wî Sîbel Akçali bi telefonê re mijûl dibe û peyaman ji zilaman re dişîne, kuşt. Li ser agahiya kesên derdorê, ekîbên polîs û tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê Sîbelê ya bi giranî birîndar bibû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Zanîngeha Ege ye. Ligel hemû mudaxaleyên bijîşkan jî, Sîbel jiyana xwe ji dest da. Polîsên ku K. Akçali binçav kirin, birin Midûriyeta Ewlekariyê ya Bajêr. 
 
Keça Sîbel G. Akçali ya di dema bûyerê de li malê bû, diyar kir ku dayika wê di telefonê de lîstûk dilîst, lê bavê wê dayika wê bi sûcdariya “Tu ji zilamekê re peyaman dişînî” kuşt.