Berxwedêrên Qereçoxê bi çalakiyekê li Çiyayê Qerçoxê hatin bibîranîn

  • 13:01 25 Nîsan 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi boneya salvegera 2’emîn komkujiya Qereçoxê çalakiya bîranînê li bajarê Dêrikê dest pê kir. 
 
Di 25’ê Nîsana 2017’an de ji aliyê dewleta Tirk ve bi 26 balafirên şer êrîşî çiyayê Qereçoxê hat kirin. Di êrîşê de 20 têkoşeran jiyana xwe ji dest dan û 18 jî birîndar bûn. Di salvegera 2’emîn ya Qereçoxê de bi pêşengtiya Kongreya Star û YPJ’ê bi hezaran gel ji seranserî Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma “ Bi rihê Şehîdên Qereçoxê, em ê têkoşînê mezin bikin” herîkîn çiyayê Qereçoxê. 
 
Di destpêkê de bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê hat girtin. Paşê ji aliyê Kongreya Star, Yekîneya Parastina Jinê (YPJ) û Saziya Malbatên Şehîdan ve axaftin hatin kirin. 
 
A niha jî çalakiya bîranînê li gorisranê didome.