Zaroka bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma, tabûrcû bû

  • 12:54 25 Nîsan 2019
  • Rojane
STENBOL - Zaroka 5 salî ya li navçeya Kuçukçekmece bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma û dûre rakirin nexweşxanê, tabûrcû bû. 
 
Zaroka 5 salî ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma, piştî ku li nexweşxaneyê hat dermankirin tabûrcû bû. 
 
Odeya Bijîşkên Stenbolê (ÎTO), derbarê mijarê de li ser hesabê medya civakî, daxuyanî da û wiha got: “Spekulasyonên zaroka biçûk jiyana xwe ji dest daye ne rastin. Zaroka me ya li Kuçukçekmecê bi êrîşa zayendî re rû bi rû hat, dermankirina wê ya li nexweşxanê bi dawî bû. Talûkeya wê ya jiyanê tuneye û me teslîmî malbata wê kir. Emê heya dawiyê şopdarê vê pêvajoyê bin.”