TJA : Îstîsmara zarokan tê meşrûkirin
- 12:18 25 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - Endamên TJA'yê ji bo li hember istismara zarokan derkevin daxuyaniyek çapemeniyê parve kirin. Selma Guzel di daxuyaniya çapemeniyê de anî ziman ku ew ê li hember van qirêjiyan bê deng nemînin û nehêlin îstismar bê veşartin.
Li Navçeya Kuçukçekmece ya Taxa Kanarya ya bajarê Stenbolê di 23’yê Nisanê de zarokek temenê wê 5 salî rastî istismara zayendî hatibû. Zarok niha di nexweşxanê de tê tedawîkirin. Ji bo li hember vê rewşê berteka xwe bînin ziman endamên TJA’yê daxuyanîyek çapemeniyê belav kirin. Daxuyaniya ku li avahiya HDP’ê hat parvekirin ji aliyê parlamentera HDP’ê ya bajarê Amedê Selma Guzel xwend. Selma anî ziman ew ê li hember vê rewşê bêdeng nemînin.
‘ Dixwazin vê bûyerê binuxumînin’
Selma wisa berdewam kir; "Tacîz, tecawuz, şideta li ser jinan her roj bi awayek din rû dide. Herî dawî Navçeya Kuçukçekmece ya Taxa Kanarya ya bajarê Stenbolê di 23’yê Nîsanê de zarokek temenê wê 5 salî rastî istismara zayendî hat. Tevî ku bersûcê bûyerê hatine girtin, biryara sernixumandina dosyayê hate dayîn. Dixwazin vê bûyerê binuxumînin. Ev êrişa li hember zarokek temenê wê 5 salî têkçûna wîcdanê civakê ye. Divê li dijî bûyerên tacîz, tecawûz, şîdetê li her qadên civakî, dadî bertek bê nîşandan. Divê li her qadên civakî, dadî, li hember van kiryarên qirêj em her di nav şoreşê de bin, lê mixabinî hîna di rewşek bêdeng de ev bûyerana tên jiyîn. Ya herî girîng jî li hember vê yekê polîtîkayên bi bandor nayên afirandin.
‘Ev yek dijmantiya jinê ye’
Zihniyeta mêr a serdest di kîjan pêvajoyê de be heyîna xwe li ser bedena jinê û li ser êrişkirina jin û zarokan dide berdewamkirin. Daxistina cezayê bersûcan bûyerên tacîz û tecawizan biryareke ji bo hişmendiya zilamê serdest li ser pêya hêştinê ye. Ev yek dijmantiya jinê ye. Pêwîst bû li hember van neyartiyan şoreşek hatiba afirandin. Lê dijî wê hukumet û mêr di heman gotinê de ne. Dixwazin bi vê yekê îradeya jinê tune bihesibînin."