3'emîn konfransa Ciwanên Kobanê dest pê kir

  • 11:59 25 Nîsan 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Kobanê bi dirûşma "Bi têkoşîna ciwanên şoreşger em ê Sûriyeke Demokratîk û azad ava bikin", 3'emîn konfransa xwe dest pê kirin.
 
Bi beşdarbûna 250 delegeyên ji Kantona Kobanê, navçe û bajarokên wê û kantona Girê Spî, navçe û gundewarên wê û nûnerên Kongreya Star, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Partiya Yekîtiay Demokratîk, Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi 3'emîn konfransa xwe ya  li Kantona Kobanê li salona tevgera Ciwanan kirin.  
 
Li Eywana Konferansê wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Leyla Guven, pêşengên Tevgera Ciwanan, alên Ciwanan û Jinên Ciwan hatin daliqandin.
 
Konfransê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê jî endamê Meclîsa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê axaftina vekirinê wiha kir: "Di nav hemû şert û mercên ku gelê Kurd dijî de, lidarxistina vê konfransê bersiva hemû êrîşan e. Tenê bi hêza rêxistinkirinê em dikarin li dijî dagirkeriyê, kapîtalîzmê, nijadpersetiyê û hemû cûreyên êrîşan têbikoşin. Loma divê ciwan di zanebûna vê yekê de bin, ciwan tevegereke bîrdozî ya, parastina hemû destkeftî û nirxên di destên me de ne, tenê bi têkoşîna bîrdozî pêkan e." 
 
Her wiha perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin û sînevizyon di derbarê kar û xebatên ciwanan de hat pêşandan. A niha jî konferans bi xwendina rapora salê ya kar û xebatên ciwanan didome.
 
Hat payîn ku dê ji bo meclîsa ciwanan endam werin hilbijartin û biryarên girîng werin girtin.