Zarokê 4 salî ku li Erziromê winda bû hîna nehatiye dîtin
- 11:40 25 Nîsan 2019
- Rojane
ERZIROM - Ji zarokê bi navê Furkan Yîgît ku li Karaçobanê dema li ber mala xwe dilîst winda bû heştroj e agahî nayê girtin.
Li navçeya Karaçoban a Erziromê li taxa Budakliyê zarokê bi navê Furkan Yîgît ku bi malbata xwe re dijiya di 17'ê Nîsanê de winda bû. Hat ragihandin ku lêkolîna ji aliyê Serdozgeriya Hinisêv derbarê bûyerê de tê kirin berdewam dike.
Di lêgerîna ku duh heta êvarê berdewam kir de derbarê dîtina zarokê winda de tu encam nehat girtin. Hat ragihandin ku komên lêgerînê ji bo Furkan bê dîtin lêgerîna xwe berdewam bikin.
Ji malbatê çar kes di bin çavan de ne
Di çarçoveya lêpirsîna berdewam dike de, bav, ap, kal û dapîra zarok hatibûn binçavkirin. 4 kesên ku hatin binçavkirin lêpirsîna wan li Fermandariya cendirmeyan a Karaçobanê berdewam dike. Dayika zarokê winda di axaftina ku bi rojnamegeran re kir de diyar kir ku ew ji bo ku zarokê xwe yê din kunexweşer re refaqatê bike li nexweşxanê bûye.
Dayika ku got ew ji ber li nexweşxanê bûye 5 hefte ye zarokê xwe yê winda nedîtiye wiha got: " Di roja ku bûyer pêk hat de tiyê min ez ji nexweşxaneyê girtim û em çûn taxê. Ez li wê pê hay bûm ku zarokê min winda bûye. Zaroka 4 salî dikare çi zerarê bide. Dilê min diêşî ez êdî debar nakim .Ez ji ber ku li ber lawê xwe yê winda dikevim nema dikarim bi zarokên xwe yên din re mijûl bibim. Furkan çû lê, du zarokên min man. Bila lawê min ji min re bînin. Hevjînê min wê rojê sewal diçêrandin.Furkan jî xwestiye li pey biçe. Lê hevjînê min ew aniye li ber malê daniye. Ez tiştekî wiha ji hevjînê xwe hêvî nakim. Dibe ku tiştekî din bibe."