Ji bo tedawiya kurê xwe keça xwe ya 5 salî kirin qurban
- 11:39 25 Nîsan 2019
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatêk li Afganîstanê ji ber ku kurê wan bi nexweşiya epilepsiyê ye zaroka xwe ya 5 salî bi zarokekî 12 salî zewicandin.
Malbatêk li Kampa Penaberan a Şakrak e Sabz a Bajarê Heratê yê Afganîstanê dijî û nikare debara xwe bike, ji ber ku kurê wan bi nexweşiya epilepsiyê ye zaroka xwe ya 5 salî bi zarokekî 12 salî zewicandin. Wekî qelen 3 hezar û 500 dolar ji bo keça xwe ya 5 salî girtin. Lê zarokê wan ên di nav nivîna de baş nebû û niha difikirin ku du keçên xwe yên din ên ku hîn nebûne 5 salî jî bidin zewicandin.