Kesên Xelata Nobelê girtine ji bo Abdullah Ocalan bang li Tirkiyeyê kirin
- 11:19 25 Nîsan 2019
- Rojane
STENBOL - 51 ronakbîr, nivîskar û zanyarên Xelata Nobelê girtin, bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dikin, bang demildest bikeve nava tevgerê li Tirkiyeyê kirin.
Komeke ku li Elmanyayê xwe weke “Dostên gelê Kurd” bi nav dikin, kompanyeya îmzeyan a di Çileya 2019’an de, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kirin, dewam dike. Gelek navên girîng ên di salên cuda de Xelata Nobelê girtine, piştgirî dan kampanyayê û metneke bangawaziyê weşandin.
Di metna bangawaziya 51 ronakbîr, nivîskar û zanyarên xelat girtine de ev tişt hatin gotin: “Em weke xwediyên Xelatên Nobelê, di vê pêvajoya krîtîk a Tirkiyeyê de, ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe û dawî li girtinên mehkûmên siyasî were, divê hikûmeta Tirkiyeyê tavilê bikeve nava tevgerê. Li ser vî esasî em piştgiriyê didin parlamentera Kurd Leyla Guven, parlementerên Kurd ên li Amedê jiyana wan di talûkê deye û bi hezaran girtiyên di greva birçîbûnê dene. Em bang dikin ku Abdullah Ocalan û hemû girtî û hikûmxarên siyasî yên li Tirkiyeyê bên berdan û dawî li grevên birçîbûnê bê.”