Ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê destûra Taksîmê nedan
- 11:17 25 Nîsan 2019
- Rojane
STENBOL - Ji ber Cejna Karkeran 1'ê Gulanê serlêdana ji bo Meydana Taksîmê ji hêla Walîtiya Stenbolê ve nehat qebûlkirin.
Konfederasyona Sendîkarên Karker ên Şoreşger ên Tirkiyê (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarê Camweriyê (KESK), Yekîtiya Mihindisên Tirk û Odeyên Mîmaran (TMMOB), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ji bo ku 1'ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin serlêdana kirin, lê serlêdana wan nehate qebûlkirin.
Beriya bi çend rojan şandeyek bi rayedarên walîtiyê re axivîbûn û devkî hatibû gotin ku ew ê nehêlin ku li Taksîmê 1'ê Gulanê pîroz bikin.