Ji ber tunebûnê xwest gurçikê xwe bifiroşe

  • 11:07 25 Nîsan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li rawestgeha wesayitan a Stenbolê kesekî/ê îlana gurçikê firotinê darde kir û anî ziman ku heba gurçikê 20 hezar TL'yî ye. 
 
Li Navçeya Sultangazî ya Stenbolê kesekî/ê îlana gurçikê firotinê darde kir û anî ziman ku heba gurçikê 20 hezar TL'yî ye. Kesê/a ku îlan darde kir diyar kir ku ji ber debara xwe nikare bike û ji ber deynan ev îlan daliqandiye. Her wiha li bin îlanê hejmara telefonê jî hatiye nivîsandin. 
 
Kesên ku îlan dîtin şaş man. DHA gihaşt xwediyê îlanê û xwediyê îlanê diyar kir ku ew li parkekê radizê û buhayê gurçikê jî 20 hezar TL ye.