Jina 43 salî fêrî xwendinê bû

  • 10:36 25 Nîsan 2019
  • Rojane
SILÊMANÎ  - Di Roja Cîhanî ya Pirtûkan de li navçeuya Seyiqsadiq a Silêmaniyê jina di temenê 43 salî de xwe fêrî xwendin û nivîsandinê kirî hate xelatkirin.
 
Li navçeya Seyiqsadiq a Silêmaniyê bi boneya Roja Cîhanî ya Pirtûkan, Pirtûkxaneya Bêxud ku navendekî rewşenbîriye bi hevkariya Perwerdeya navçeya çend çalakî li dar xistin. Di çarçoveya çalakiyan de, şano hate lîstin. Helbest hatin xwendin. Her wiha pêşangehekî taybet ji bo karên destan hate vekirin.
 
Herwiha di çalakiyan de jina 43 salî xwe fêrî xwendin û nivîsandinê kirî jî hate xwelat kirin ku niha dikare pirtûkan bixwîne. Her wiha du zilamên her roj zarokên xwe yên kêmendam bi erabana kêmendantiyên tînin dibistanê hatin xelat kirin.
 
Nehê Hemed a ku xwe fêrî xwendinê kirine ji Rojnews'ê re axivî û wiha got: "Di temenê 43 salî de ji bo me dewreyên xwe fêrkirina hatin vekirin. Bi gelek hewldana min karî di nava 5 salan de fêr bibim. Niha xwendina min başe û pêwîstiya min bi alîkariya ti kesê nîne. Îro bi boneya roja cîhanî ya pirtûka xelata rêzdariyê dan min."