Li dibistanên Hesekê pêşbaziyên zanistî
- 10:07 25 Nîsan 2019
- Rojane
HESEKÊ - Bi boneya dawîhatina sala xwendinê li dibistanên Hesekê pêşbaziyên zanistî hatin kirin. Pêşbazî di navbera dibistana Zat Elnîtaqeyîn û Ehmed Zeal û Dibistana Dawiyê de tê kirin .
Li saziya Terbiyê ya taxa Tilhecer a kantona Hesekê di navera dibistanên bajêr de pêşbirk tên çêkirin. Bi pêşengiya qomîteya çalakiyê ya mamosteyan, pêşbirk di navbera dibistana Zat Elnîtaqeyîn, dibistana navîn ya Sifeya û dibistana Ehmed Zeal, dibistana Dawidiyê de çê dibe. Pirs li ser waneyên zanyarî, erdnîgarî, dîrok, zimanê kurdî û çandê tê pirsîn.
Pêşbirk ya di navbera dibistana Zat Elnîtaqeyîn û dibistana navîn ya Sifeya di dawiyê de dibistana Zat Elnîtaqeyîn bi ser ket. Ya dibistana Ehmed Zeal û dibistana dawidiyê tê de dibistana Ehmed Zeal bi ser ket.
Ji rêveberiya dibistana Zat Elnîtaqeyîn, Stêr Ebd di derbarê serketina xwendekarên dibistana xwe de nirxandin kir û da zanîn ku armanca wan ji çêkirina van pêşbirkan ji bo şagirt bêhtir zîrek bibin û asta wan bilind bibe ye. Stêr wiha berdewam kir: "Encamnameya me ji vê pêşbirkê ku em asta şagirtên xwe bilind bikin ."
Stêr anî ziman ku pêşbirk heya niha serkeftî derbas dibe, şagirtên dibistana me di sê pêşbirkan de bi ser ketine. Mamosteya bîrkarî ya dibistana Ehmed Zeal Silava Mihemed jî spasiya saziya Terbiyê kir ku derfetên wiha dane xwendekarên wan bikarin berhemên xwe nîşan bidin û domand: "Ev pêşbirka ku hat çêkirin moralê şagirtan bilind dike û ji mamosteyên dibistanê spas dikim ku kedeke mezin bi şagirtan re dibînin û wan ji pêşbirkan re baş amade dikin. Hêviyên me hene ku di pêşerojê de şagirt serkeftî bin."