'Îro ji bîr neke afîşa xwe daleqîne'
- 10:03 25 Nîsan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo ku balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya 7 hezar girtiyan îro li Elmanya kampanyaya daleqandina afîşan dest pê dike. Organîzatorên kampanyayê bang li hemû derdorên hestiyar kir û got 'Îro ji bîr neke afîşa xwe daliqîne'.
Îro li Elmanyayê kampanyaya ''li dijî tecrîdê 7 hezar'' kampanyaya daleqandina afîşan ê dest pê bike û daxwazên 7 hezar girtiyên di greva birçîbûnê de were destnîşankirin. Tê payin ku afîş, ên bi dirûşmên ''em bêdengiyê bişkînin'', ''dengê zindanan bibihîsin'' li meydan, kuçe û qadên cameweriyê, li ser wesayit, bisiklêt, daran û şaneşînan were daleqandin. Yek ji organîzatora kampanyayê Ella Bremer diyar kir bê ka çima ew 25'ê Nîsanê dikine 'roja çalakiyê'' û bi afîşan armanca wan çiye.
'Êdî qêrînê bibhisin"
Ella diyar kir wan xebatên kampanyayê qedandine û bi taybet li Berlîn, Hambûrg, Hannover, Leîpzîg, Koln, Frankfurt û Mûnîhê wê afîşan daleqînin. Ella diyar kir ku her kesê ku dixwaze dikare tevlî kampanyayê bibe û wiha axivî: ''Heke dixwazî dengê çalakgerên greva birçîbûnê bidî bihîstin, îro ji bîr neke rahêje afîşa xwe, kûderê dibe bila bibe, bes li cihekî ku mirov bibînin daleqîne.''
Ella destnîşan kir ku dixwazin dengê Leyla Guven û 7 gezar girtî bi raya giştî ya Elman û rêveberiya Berlînê bidin bihîstin û wiha dirêjî da axaftina xwe: ''Em dixwazin qêrîna greva birçîbûnê bidin bihistin. Elmanya yek ji welatê herî girîng ê YE'yê ye û hem jî bi zexta li ser Tirkiyê bi tevgerkirina CPT'yê dikare bike ku dawî li tecrîda li Îmraliyê were.''
Ella diyar kir bi mehan e li gel ku mirov di greva birçîbûnê de ne jî hê li nav raya giştî ya Elman û hikûmeta wê helwesteke girîng tîne û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em jî ji bo ku partiyên nav hikûmetê ji bo vê daxwaza mirovî tevbigerin û ji bo ku dengê çalakgeran bidin bihîstin çalakiyeke bêîtîatiya sivîl, daleqandina afîşan dikin."