‘Hêza ku tecrîdê bidawî bike, gel e’

  • 09:19 25 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Hulya Demîr diyar kir ku tecrîd di kesayeta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de  li ser hemû gelan tê meşandin û got: “Tirkiye destura bingehîn ya xwe tune dihesibîne. Me dewlet tu car wek hêza çareseriya pirsgirêkan nedît. Yên ku tecrîdê bi dawî bikin gel in, em in, em dikarin bi ser kevin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 169’emîn de didome. Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Hulya Demîr, bandora tecrîdê ya li ser ciwanan û bêdengiya li hember grevan nirxand.
 
‘Li girtîgehan nifûs zêde dibe’
 
Hulyayê diyar kir ku hemû civak ji tecrîdê bi bandor dibin û ev bûye pirsgirêka welat û wih agot: “Belê îro tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan pêk tê lê em dibînin ku di kesayeta Birêz Ocalan de bi giştî li ser hemû gelan pêk tê.Li Kurdistanê ev polîtîka wek qirkirin û asîmîlasyonê dertê pêş me. Li hember çand, xweza û dîroka me êrîş pêk tê. Tecrîd bandorê li ser polîtîkayên jinan jî dike.Jinan mahkumî malê dikin, gel bi krîza aborî terbiye dikin. Hejmara kesên girtî zêde dibe.”
 
‘Hemû kes tên tecrîdkirin’
 
Hulyayê êrîşa li hember dayikan a li Gebze û Qoserê bi bîr xist û got: “Ev tenê tecrîdê nîşan dide. Polîsên dethilatdariyê li hember dayikên Kurd şîdetê pêk tînin. Rakirina tecrîdê tê wateya hatina aştî û demokrasiyê. Rakirina tecrîdê tê wateya azadiyê. Hemû kesên vê dixwazin tên tecrîdkirin. Bi berxwedanek mezin dikare tecrîd bê şikandin. Divê em wisa li çalakiya Leyla Guven binêrin. Leyla Guven û hemû girtî ji bo azadiya civakê ketine grevê. Divê ji bo welatekî demokratîk deriyên Îmraliyê vebin. Tirkiye bi pêkanîna tecrîdê re Destura xwe ya Bingehîn jî tune dihesibîne. Hêza ku tecîdê bi dawî bike em in, em dikarin bi ser bikevin.”