Deynê şaredariya Cizîrê derket 262 mîlyonî: Sê sal bû dijminahî kirine

  • 09:16 25 Nîsan 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kutlu, diyar kir ku deynê şaredariya ku wek 220 mîlyon aşkera kiribû bi lêkolînên dawî re derketiye 262 mîlyonî û got: “Di dema qeyûman de tu xizmet nehatiye kirin. 3 salan li hember hemû kesî dijminî kirine. Tevî hemû zehmetiyan karê me yê ewil wê destpêkirina xebatên jinan be.”
 
Di hilbijartinên 31’ê Adarê de namzetên HDP’ê ji sedî 76 deng girtin û şaredarî bi dest xistin. Hevşaredarên Cizîrê di demên borî de daxuyanî dan ku deynê şaredariyê 220 mîlyon e. Ligel deyn dur ê û avahiya xizmetê ji saziyên cuda re hatiye tahsîskirin.
 
Hevşaredar Berîvan Kutlu diyar kir ku kesê ku mezbaxane dewrê Midûriyeta Perwerdê kiriye, gotina wî ya ‘min ji gel re xizmet kir’ trajîkomîk e û got karê wan yê ewil wê Midûriyeta Polîtîkaya Jinan çalak bikin. Berîvanê got dema qeyûm de avahiyên hatine çêkirine jî ji gel hatine girtin û got: “Cihên aydê şaredariyê li gorî xwe dane hinek cihên din. Mînak mezbaxane dane Midûriyeta Perwerdê. Li wir gelo wê perwerdek çawa bidin. Qada îtfayê dane Perwerda Netewî. Tu eleqeya van qadan bi avahiyên ximzetê tune ne.”
 
‘Reklam û xizmetên wan jî bi wan re çûn’
 
Berîvanê bi lêv kir ku parq û malên şînê yên qeyûm dewr kirine jî bi rojan wek ‘gelê Cizîrê xizmetê dibîne’ nîşanê raya giştî dane û ew tiştên di bin navê xizmetê de kirine jî bi qeyûman re çûne. Berîvanê her wiha destnîşan kir ku deynê ku wek 220 TL hatiye dîtin jî piştî lêkolînên dawî derketiye 262 mîlyonî.