Şanoya Bajar a Amedê ji bo mîhrîcanê amade ye
- 09:15 25 Nîsan 2019
- Rojane
Berîtan Canozer
AMED - Şanoya Bajar a Amedê ku wê li Navenda Çand a Amedê yekem car derkeve ser dîkê, ji bo mîhrîcanê amade ye. Lîstikvana şanoyê Elvan Koçer got wan qeyûm şand û niha ji nû ve dîsa li ser sahneyê ne û her kes vexwend mîhrîcanê.
Lîstikvanên Şanoya Bajar ku piştî qeyûm tayînê şaredariya bajarê mezin a Amedê bû ji kar hatin avêtin li cihekî alternatîf Şanoya Bajar a Amedê ava kirin û bernameya Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ku îsal a 7’emîn pêk tê aşkera kir. Şano bi dirûşma ‘heqîqet azad dike’ wê di navbera 26-25’ê Gulanê de bê lidarxistin. 12 lîstik wê bên lîstin. Lîstikvana şanoyê Elvan Koçer der barê bernameya mîhrîcanê de axivî.
'Mîhrîcan wê bi tevlibûna 11 koman pêk bê'
Elvanê diyar kir ku ew mîhrîcanê diyariyî derhêner-nivîskar Mehmet Emîn Yalçinkaya ku sala borî jiyana xwe ji dest dan, dikin û got: “Ji 11 lîstikê wêdetir wê 11 komên me derkevin ser dîkê. Wê atolyeya me hebe. Atolye jî wê 4 rojan bidome. Di 26’ê mehê de wê vebe, yekem car em ê li navenda kongreyê derkevin ser dîkê. Em nabêjin navenda kongreyê em dibêjin Navenda Çandê ya Amedê. Ji ber ku qeyûm wekî Navenda Kongreyê bi kar aniye.”
‘Em ê li sahneya xwe bin’
Elvanê destnîşan kir ku piştî qeyûm tayîn bûye şûnde tora piştevaniyek mezin bi Şanoya Bajar a Amedê re hatiye avakirin û got wê ji nû ve derkevin ser sahneya xwe. Elvanê ev tişt anî ziman: “Piştî mîhrîcanê jî wê xebatên me bidomin. Em ê ggava yekem a projeya muzîkala zarokan jî bavêjin. Projeya me ya Mem û Zînê hebû. Em ê piştî mîhrîcanê ji nû ve li ser vê bisekinin û bilîzin.”