Şebnem Korur Fîncanci: Yekane çareserî hestiyariya civakê ye

  • 09:13 25 Nîsan 2019
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Seroka THÎV’ê Şebnem Korur Fîncanci balkişand ser rewşa girtiyên di grevê de û diyar kir ku Komîsyona Şopandina Grevên Birçîbûnê nikare girtîgehan bişopîne û wiha got: "Yekane çareserî jî hestiyariya civakê ye." 
 
Çalakiyên greva birçîbûnê ya bi bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, li girtîgehan hat destpêkirin bi tevlîbûna 7 hezar girtî didome. Her wiha bi gelek girtiyan re pisgirêkên tenduristiyê rû dan. Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Prf. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, ji bo civak hikûmetê bide zorê bang kir.
 
‘Girtîgeh veguherîn îşkencexaneyan’
 
Şebnemê diyar kir ku bi bikaranîna vîtamîna B1 re tê gotin ku dikare pêşî li xesarên li ser beden bigire lê tiştek tê jibîrkirin û ev jî; demek dirêje girtîgeh veguherîne qadên ku îşkence lê tê kirin û wiha got: “Mafê tenduristî, xwedîbûn û hevdîtinan tê astengkirin. Di 3 salên dawî de hejmara girtîgehan zêde bûye. Girtiyên ku cihên wan tune razin hene. Girtî bi nobet radizên. Girtiyên ku mixabin çareyek wan ya din li dijî van pêkanînan nemaye dikevin grevê. Gelek grevên birçîbûnê hatin pêkanîn.”
 
‘Doktorek wê bigihêje kîjanî?’
 
Şebnemê bi lêv kir ku ligel grevan, pisgirêka xwegîhandina xizmetên tenduristiyê jî tên jiyîn û wiha axivî: “Gelo li girtîgehan doktorek tenê wê bigihêje çi? Em behsa bi hezaran kesî dikin. Kontrolkirina hemûyan nayê kirin û di vê pêvajoyê de çi difikirin, nayê zanîn. Me Komîsyonek ku tê de Odeya Tabîban, THÎV, ÎHD, ÇHD û OHD heye ava kir. Lê Komîsyona Şopandina Grevên Birçîbûnê rewşa girtiyan ji parêzaran hîn dikin. Ji ber em nikarin tu girtîgehê bişopînin mixabin. Grevên sala 2000’î jî têde em diçûn girtîgehan me kontrol dikir. Lê niha bi tu awayî em nikarin bişopînin. Ji ber vê em di alî tenduristiyê de bi rîsk e. Bi taybet di alî girtiyên nexweş yên di grevê de rewş xetertire. Bi guherîna Qanûna Înfaza Cezayê re tabloya derketiye holê, tê wateya ku girtiyên nexweş li girtîgehan terkî mirinê kirine.”
 
'Mafê mirovan tê texrîbkirin'
 
Şebnemê balkişand ser bêdengiya civakê û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Mafê mirovan bi awayekî cidî tê texrîbkirin. Mafê mirovan ji nedîtîve tê. Di vî alî de pêngavên şênber kêm diminin. Di vir de yekane çareserî di vir de hestiyariya civakî ye. Divê civak wekê ku zarokên wan li wirin tevbigerin. Li Tirkiyeyê her kes di bin rîska girtinê de ye. Divê gelê me guh bide girtîgehan û bangê li desthilatdariyê bikin û îrada siyasî bidin zorê.”