Şaredariya Êlihê jî ji deynê qeyûm nisîbê xwe girt
- 09:10 25 Nîsan 2019
- Rojane
Şehrîban Aslan
ÊLIH - Yek ji şaredariyên ku ji destê qeyûm hatiye girtin a Êlihê ye. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz da zanîn ku qeyûm ji bo şaredariyê 307 mîlyon û 328 hezar deyn hiştiye û got ji ber van deynan di carekê de nikarin projeyên xwe pêk bînin, wê hêdî hêdî pêk bînin.
Şaredariya Êlihê ku qeyûm lê hatibû tayînkirin di hilbijartinên 31’ê Adarê de HDP’ê ji nû ve qezenc kir. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz bi lêv kir ku bi taybet wê di esasa hewcedariyên jinan de projeyên xwe bikin meriyetê.
‘Peyama gel pir zelal bû’
Songulê daxuyakirin ku wan pêvajoyeke hilbijartinê ya dijdemokratîk derbas kirine û rastî her cureyê astengiyê hatine û got: “Tevî hemû pirsgirêk û zextan gel îradeya xwe derxist holê. Du sal bû qeyûm şaredarî bi rê ve dibir. Peyama gel jî pir zelal bû. Ne 2 salan 10 salan jî qeyûm bi rê ve bibira wê gel bersiva vê bida.”
Songulê destnîşan kir ku Navenda Şêwirmendiya Jinan a SELÎS’ê bi qeyûm re tahsîsê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî hatiye kirin û got: “Ne tenê navend, malên gel û saziyên din jî hene. Di meha Adarê de bi lez ji bo 10 salan tahsîsê Midûriyeta Çand û Turîzmê kirine. Em lêkolînan dikin. Ji bo em şûnde bigirin em ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Em ê li ser daxwazên jinan xebatên xwe û projeyên xwe bikin meriyetê. Em dixwazin saziyên me li ser hewcedariyên jinan bên avakirin. Plana me ya kreşa zarokan heye.”
‘307 mîlyon û 328 hezar deyn’
Songulê bi lêv kir ku yek ji pirsgirêkên sereke ya Êlihê hişbir e û got wê derbarê ciwanan de perwerde û semîneran pêk bînin û got: “Projeya me ya ji bo Çemê Êlihê heye. Em ê vê projeyê bikin meriyetê. 307 mîlyon û 328 hezar deynê şaredariyê heye. Ji ber vê em nikarin projeyan di carekê de bikin jiyanê. Em ê hêdî hêdî bikin jiyanê. Her wiha em ê Sînemeya Yilmaz Guney dîsa bikin dewrê.”