Çalakgerên greva birçîbûnê: Em ê bi berxwedanê bijîn

  • 09:09 25 Nîsan 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Dîlav Zîvzîk a ji girtîgehê bang kir di roja grevê ya 131’emîn de ye û Gamze Berçem jî roja 56’an li pey xwe hişt. Girtiyan dan zanîn ku zext zêde bûne, wan davêjin hucreyan û avê nadin wan û wiha gotin: “Divê gelê me bêyî ji dewletê tiştekî bipê, berxwe bide. Em ji rastiyek gel a têkoşer tên. Em gelekî ku bi berxwedanê jiyane tên.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 169’emîn de didome. Bi heman daxwazê koma ewil ketibû grevê jî di roja 131’ê de berdewam dike. Dîlan Zîvzîk a li Girtîgeha Sîncanê girtiye û Gamze Berçem Yîgîtel a li Girtîgeha Bayburtê girtiye bang li gel kir.
 
‘Zext zêde bûn, sînor zêde kirin’
 
Li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê 3 girtî 109 rojin di grevê de ne, 3 girtî di roja 94’an, girtiyek di roja 67’an de 11 girtî jî 56 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Gamze ya li koguşa A8 dimîne û 56 roje di grevê de ye, diyar kir ku girtiyên 109 rojin di grevê de ne rewşa wan krîtîk e. Gamzeyê di hevdîtina telefonê ya bi malba xwe re wiha got: “Rewşa me baş e lê girtiyên beriya me ketine grevê rewşa wan ne baş e. Ji ber em di grevê de ne zext jî zêde bûn. Me davêjin hucreyan, avê nadin. Ev du hefteye hewcedariya me ya bi ava şekir jî nadin. Her tim dibêjin li qentînê tune ye. Em mast dixwazin, mastê kevn tînin. Hinek mafên me tên sînorkirin.”
 
‘Qedera Kurdan divê ne ax, ne komkujî be’
 
Gamzeyê her wiha destnîşan kir ku ji bo deng bidin dengê Leyla Guven di grevê de ne, banga berxwedanê li gel kir. Gamzeyê got: “Em bi berxwedanê dikarin li dijî zilmê berxwe bidin. Bila tecrîd bişkê. Leyla bijî. Daxwaza me ev e. Em amade ne barê vê pêvajoyê hilbigirin. Em amade ne bedelê bidin. Daxwaza me ji gelê me ev e ku xwedî li daxwazên me derkevin. Gelek hevalên me li vir bi mirinê re hatine rû hev. Em bi biryar in em ê çalakiya xwe bidomînin. Em bang li hemû gelê xwe dikin. Bijî berxwedana zindanan bijî berxwedana Leylayê.”
 
‘Em gelekî bi berxwedanê jiyane’
 
Dîlan Zîvzîk a li girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne jî di koma yekem a di 16’ê Kanûnê de dest bi çalakiyê kirine, di roja 131’ê de ye. Dîlanê daxuyakirin ku ew ji rastiyek gelê berxwedêr tên û got ew di wê baweriyê de ne ku wê berxwedana wan bi serkeftinê tacîdar be. Dîlanê di berdewamiyê de got: " Çalakî hatine astek krîtîk. Divê gelê me bêyî ji dewletê tiştekî bipê, berxwe bide. Em ji rastiyek gel a têkoşer tên. Em gelekî ku bi berxwedanê jiyane tên. Rewşa gelek hevalan krîtîk e lê moralê wan pir baş e. Em bi baweriya ku wê bi serkevin hemû gelê xwe silav dikin."