Leyla Salman: Bila hemû kes bibe dengê girtiyên çalakger

  • 09:07 25 Nîsan 2019
  • Rojane
Rojda  Aydin
 
MÊRDÎN - Hevşaredara berê ya Qoserê Leyla Salman a ku berî bi demeke kurt hatibû tahliyekirin ji ajansa me re axivî. Leyla, di axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê û got ku rewşa çalakgeran gelek girane û wiha berdewam kir: “Bila hemû kes bibe dengê grevên birçîbûnê.”
 
Li navçeya Qosera Mêrdînê di 2’yê Çileya 2016’an de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” derbarê Hevşaredarên Qoserê Leyla Salman, Îsmaîl Asî û 5 kesên ku bi wan re tên darizandin de doz hatibû vekirin. 12'emîn rûniştina dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê di 17’ê Nîsanê de hatibû  dîtin û hevşaredarên berê yên Qoserê hatibûn tahliyekirin. Hevşaredara berê Leyla Salman a ku hat tahliyekirin ji ajansa me re derbarê pêvajoyê û grevên birçîbûnê de nirxandin kir.
 
Leyla, anî ziman ku gelê kurd û gelên welatparêz pêvajoya ku tê jiyîn bi xwe ji nêz ve şopandine. Leyla, got ku ew bûne hem şahidê vê demê û hem jî bûnê bersûcên vê pêvajoyê û ev tişt got: “HDP'ê polîtîkaya xwe ya hilbijartinê bi gel re diyar kir. Lê hikûmetê pergala me ya hevserokatiyê ku me bi gel re da nasîn wekî xebateke îlegal bi nav kir û me sûcdar kir. Di sala 2016’an de qayim tayînî gelek şaredariyên DBP’ê hatin kirin û ji van şaredariyan yek jî Şaredariya Qoserê bû. Di 25’ê Mijdara 2016 de gelek hevşaredar hatin binçakirin û girtin. Em jî wekî hevşaredar hatin binçavkirin, 9 rojan di bin çavan de man û piştî pêvajoya binçavkirinê em hatin girtin.  
 
Di 25’ê Mijdara 2016’an de hatim girtin û heta Nîsana 2019'an di girtîgehê de mam.  Dewletê bi van girtinan helwesta xwe ya li hemberî me carek din aşkera kir. Gelek neheqî li me hat kirin. Bi taybetî jî di dema pêvajoya girtîgehê de nêzîkatiya leşker û gardiyan  piştî ku hîn bûn em HDP’yî ne gelek gûherî û zextên li ser me zdêe bûn. Hikûmetê HDP wekî rêxistineke îlegela dît û li gor wê tevgeriya.  Partiyeke siyasî ku herî kêm 6 hezar hilbijêrên wê hene  xwestin ku bêrûmet bikin.  Lê gelê me di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara  2019’an de peyama herî baş da. Gel tiştên ku dewletê dixwast bike vala derxist û bersiveke baş da hikûmetê." 
 
‘Ez ji ber  ku Leyla Salman bûm nedihatim darizandin’
 
Leyla, di berdewamiya axaftina xwe de behsa dosyeya ku jê dihat darizandin kir û got ku darizandina wan li gor hiqûqê nîbûye û ev tişt got: “Îdîanameyên ku hatibûn amadekirin hemû li gorî ku dixwestin hatibûn amadekirin.  Ez ji ber ku Leyla Salman bûm nedihatim darizandin, ez ji ber malbata min di nav xebatan de bû hatim darizandin. Her wiha dîsa xebatên heremî yên ku me kiribûn, yên wekî  tevlibûna merasîma  cinazeyên mirovan, çûna malên şînê sûc hatin dîtin. Xizmeta me ji bo gelê Qoserê kir  hem û wekî suc hat pêşberî me."
 
‘Îktîdarê berê xwe da siyasetmedarên jin ên  kurd’
 
Leyla, di dirêjiya axaftina xwe de got ku hem wan û hem jî gelê cihanê dîtiye ku dewleta  tirk xwestiye li dijî kurdan çi bike û wiha domand: “Îktîdara AKP’ê negihîşte armanca xwe. Çawa ku îktîdar bi qayûman negihîşt armanca xwe dê ji vê rojê şûnde jî negihîje armanca xwe. Ger ku bigihîşta armanca xwe îro wê şaredarî ne yên me bûna. Lê gel hemû êrîşan hêza me zêdtir û em bi hêztir derketin qadan. Şaredarî ku yek ji saziya gel dikare bi hêsanî bikeviyê veguherandin qereqolan û gel ji dûr ve lê dinêrî. Ji ber vê jî AKP nikare bibêje ku ez bi ser ketim. Dema mirov di taxên Qoserê re dimeşe diyar e ku tu xizmet ji gel re nehatiye kirin. Girtina me yek ji polîtîkayên hikûmetê yên çwisandinê bû. Polîtîqaya me ya herêmî hîn berdewam dike. Piştî me gelek hevalên me hatin şûna me û gelek jin bûne namzet. Îktîdar bi taybetî jî bi ser jinên kurd ên siyasetmedar ve diçe. Lê jinên kurd ên siyasetmedar tu carî gav paşve nehavêtin, berovajê wê bihêztir bûn. Jin  bi hemû hêza xwe careke din daketin qadan û qadên xwe ji nû ve vekirin. Ev hêza jinan diyar dike ku polîtîqayên dewletê çawa vala hatine derxistin. Ji ber vê jî ev ji bo AKP’ê û dewletê ne serkeftinek bû. Gel qayûmên ku hatin tayînkirin vegerandin cihê jê hatine.  Gelê Kurd dîsa bi ser ket.”  
 
‘Rahşan Aydin kirin hûcreya yek kesî’
 
Leyla, di dirêjiya  axaftina xwede bal kişand ser grevên birçîbûnê ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk  (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan HDP ya Colemêrgê Leyla Guven de hat destpêkirin û  wiha got: “Grevên birçîbûnê ji bo rakrina tecrîdê hatin  destpêkirin û gel jî vê dizane. Her çiqas rojevê bi hilbijartina Stenbolê dixwazin mijûl bikin jî êdî çalakiya grevê hem ketiye rojeva me û hem jî ketiye rojeva Ewropayê. Niha gelê me li ser piyan e. Daxwaza hevalên ku di girtîgehan de ne diyar e. Bîr û baweriyek û vînek gelek mezin li holê heye. Heta ku dawî li tecrîdê neyê dê hevalên me yên girtîgehê û yên li derve çalakiya xwe berdewam bikin.  
 
45 hevalên me yên koma yekemîn jî bi heman biryarê di çalakiyê de ne. Ji hevalên me Gulten Akgun, Ebru Gudem û Rahşan Aydin çalakiyar xwe di roja 117’an  derbas kir. Morelê hevalan gelek li cih bû, bi hêztir bûn, bi bîr û bawerî bûn. Wan morel dida me. Rewşa tendirustiya hin hevalan di gelek xeter e. Ji îdrara hin hevalan xwîn tê. Dîsa heval Rahşan Aydin a ku 22 salî ye bi cezayê heta hetayê dihat darizandin dosyeya wê hat qebûl kirin û beriya hefteyekê  di çalakiya wê ya roja 110’emîn de kirin hûcreya yek kesî. Em bi rêvebiriya girtîgehê re axivîn û ji wan re got ku hevala me di grevê de ye û rewşa wê krîtîk e.  Li ser îtîraza me ew li gel me hiştin.”
 
‘Bila gel bêdeng nemîne’
 
Leyla, di domandina axaftina xwe de got ku çalakgerên di greva birçîbûnê de ne bendewariya wan ji derve heye û ev tişt anî ziman: “Hevalên girtîgehê bêdengiya li derve rexne dikinû dixwazin ku hemû kes rabe ser piyan û deng derbixe. Heval li benda deng û qêrîna gel in. Hevalên di çalakiyê de ne dixwazin ku gel xwedî li vê çalakiyê derbikeve. Ji ber ku ez nexweşbûm nikaribûm bikevim greva birçîbûnê.Min ji hevalên çalakger re refakat dikir. Li Şakranê em 60 jin hebûn û ji van 50 jin di greva birçîbûnê de bûn. Lê ji ber ku ez jî neketibûm çalakiyê ez gelek xemgîn bûm.”
 
‘Em ê bi ser kevin’
 
Leyla, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bila hemû kes bibe dengê grevên birçîbûnê.  Ev pêvajo ger ku serkeftî biqede wê tenê ne Gelê Kurd hemû gel bi ser kevin.  Ez slavên xwe ji Leyla Guven re dişînim û çalakiya wê pîroz dikim. Ez dibêjim em ê bi ser kevin.”