'Rojava FM çavkaniya moral û perwerdeya civakê ye'
- 09:04 25 Nîsan 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo/ Ronîda Hacî
HESEKÊ - Di 25'ê Nîsana 2017'an de dewleta Tirk bi balafirên şer êrîşî Çiyayê Qerecoxê kir. Di encamê de Radyoya Rojava FM hat hedefgirtin û niha weşana xwe dewam dikE. Endamên Radyoyê gotin:"Pilanên dewleta Tirk têk çû û dengê heqîqetê bi ser ket."
Bi boneya dûyemîn salvegera êrîşên dewleta Tirk A li ser Çiyayê Qereçoxê ku di encamê de endamên navenda Ragihandina YPG'ê di nav de 20 Şervanên YPJ/YPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Di heman demê de avahiya Radyoya Rojava FM hilweşiya. Têkildarî mijarê xebatkarên Radyoya Rojava FM axivîn.
'Radyo dengê gel û şervanan e'
Endama Radyoya Rojava FM Hêvî Dewrîş armanca hedefgirtina Radyoyê wiha nirxand: "Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yê hovane xwest Radyoya Rojava ya deng û çavê gel û şervanan, ker û kûr bike. Rast e me bernameyên civakî, çandî, hunerî, leşkerî û siyasî pêşkêş dikir di heman demê de jî me gelê xwe perwerde dikir. Radyo ne tenê dibe dengê gel û şervanan heman demê de dibe dengê rastî û heqîqetê."
'Em ê dengê gel bigihînin çar parçeyên Kurdistanê'
Hêviyê got armanca Tirkiyeyê pêk nehat û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk dixwazin dengê rastiyê li ku derê bin wê hedef bigirin. Rast e Radyo hedef girtin, avahî hilweşiya û şehîd jî çê bûn, lê me erka pêkanîna xeyalên şehîdên Ragihandinê û rêhevalê me Şîlan Kobanê, Rêwan û Heqî, da ser milê xwe û niha em hewl didin ku weşana xwe bighînin çar parçeyên Kurdistanê."
'Weşan dewam dike, xeyalên şehîdan pêk tê'
Hêviyê derbarê bernameyên Radyoyê de ev yek anî ziman: "Weşana Radyo Rojava FM li Çiyayê Qereçox û Çiyayê Kizwanan li ser 3 pêlan 89.4,96.5 û 104.2, dike. Li ser Nîl Sat û malpera Facebook bi rengekî fermî weşanê dike. Di riya bernameyên xwe yên çandî, civakî, jin û siyaset û gelek bernameyên din jî em dixwazin gelê xwe taybet jin û ciwanan perwerde bikin. Me erka guhertina zihniyeta jin û ciwanan daye ser milên xwe. Em hewl didin ku civakê vegerînin cewherê wê yê rast û ji zihniyeta kapîtalîzmê rizgar bikin."
'Radyo Rojava çavkaniya perwerdeya civakê ye'
Diljîn Eşref jî wiha got: "Dewleta Tirk xwest ku peyamekê ji me re ragîhe û bibêje dengê heqîqetê li ku be ez ê wan hedef bigirim. Em jî bi helwesteke xurt jî peyamekê ji wan re dişînin û dibêjin tu kes nikare dengê rastiyê qut bike, Radyoya Rojava FM çavkaniya hêz û perwerdekirinê ye. Dijmin nikarîbû yekîtiya me têk bibe lê armanc pêk nehat û me têkoşîna xwe dewam kir û dîsa piştî sal û nîvekê dest bi weşanê kir û dengê xwe gihand gel û şervanên xwe yê ku di her kêliyê de di nava têkoşînê de ne."
'Radyoya Rojava ji mîrasê Rojnemegiya Kurdî ye'
Diljînê girêdana Roja Rojnemegeriya Kurdî û hedefgirtina Radyoya Rojava FM wiha nirxnad: "Bi têkoşîn û mîrasekê rojnemevan, nûçegîhan û sazî û dezgehên çapemeniyê rojnemegiya Kurdî gihandin vê astê û vê rojê. Dewleta Tirk her dem sazî û dezgehên çapemeniyê hedef girtin û dixwazin rastiya wî ya hovane li ber civak û cîhanê dernexin ber çavan. Hedefgirtina Radyoya Rojava jî bi wê aramancê bû. Çiqasî êrîş bike nikare çavê civakê ji rastiyên xwe bigire û kor bike."
'Bi dilsozî em ê bibin şopdarên şehîdan'
Diljîn û Hêvî jî sersaxî ji malbatên berxwedêran taybet berxwedêrên Ragihandina YPG/YPJ'ê xwestin û wiha dawî li axaftina xwe anîn:"Em ê bi dilsozî û armanceke xurt bibin deng û çavê şehîdên xwe û xeyalên wan pêk bînin. Em ê bibin şopdarê dengê rastî û heqîqeta gelê xwe."