Jinên Efrînê: Em ê têbikoşin û sînoran hilweşînin
- 09:03 25 Nîsan 2019
- Rojane
Hesna Muhemed
ŞEHBA - Jinên Efrînê derbarê avakirina sînorên di navbera Efrîn û Şehbayê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tê kirin wiha gotin:"Em ê têbikoşin û sînoran hilweşînin."
Dewleta Tirk sînoran di navbera Efrîn û Şehbayê de ava dike. Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku ew vê yekê tu carî qebûl nakin û wiha gotin:"Erdogan nikare me ji Efrînê bi riya sînoran dûr bixe, ji ber ku Efrîn di dilê me de ye û tu kes nikare me ji Efrînê qut bike."
'Em ê Efrînê bi hêza jinê rizgar bikin'
Jina bi navê Emîne Muhemed wiha axivî: "Em weke jinên Efrînê sînorên di navbera Efrîn û Şehbayê de qebûl nakin. Efrîn a me ye, nikarin me jê dûr bixin. Efrîn jî parçek ji xaka Sûriyê ye, bila Erdogan nefikire Efrîn jî weke Iskenderon bike, ji ber ku Efrîn ya jinên em ê Efrînê bi hêza jinê rizgar bikin."
'Em ji dijmin re serî natewînin'
Her wiha Selwa Şêxo jî wiha got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ew ê ku gel ji Efrînê qut bike, lê ev xewn e û xeyalên wan wê tu car pêk neyê. Efrîn bi xwîna şehîdan hatiye avdan, bi saya têkoşîna li ser şopa wan jî em ê vegerin Efrînê."
'Li dijî bêdengiya hemû dewletan em berxwedana xwe dewam dikin'
Letîfa Hemreşo jî wiha got: "Em tu carî parçekirina Efrînê qebûl nakin, bi itfaqa Tirk û Rusan em ji Efrînê derketin, lê bi îradeya jinên Efrînê jî em ê sînoran hilweşînin û vegerin ser axa xwe. Lê em ji bêdengiya dewleta Sûriyeyê matmayî dimînin, lê em berxwedana xwe berdewam dikin li hemberî bêdengiya hemû dewletan."