Zarokên DAÎŞ'yan : Em nizanin çima em kincên reş li xwe dikin

  • 09:01 25 Nîsan 2019
  • Rojane
Rûken Goman
 
HESEKÊ - Zarokên DAÎŞ'yan ên li Kampa Holê dimînin û çarşefên reş li wan hatine ferzkirin dibêjin: "Em nizanin çima em van kincan li xwe dikin. Tenê ji me re dibêjin  'rûyê jinê şerm e'. Rûyê me pir xweşike lê em ditirsin ku van kincên reş ji xwe bikin."
 
Di jiyanê de tê zanîn ku zarok xemla cîhanê ne. Lê dema ev xemil bi rêbazên cuda tê windakirin, zarok ji rastiya xwe dûr dikevin. Li Kampa Holê ya Kantona Hesekê ku malbatên çeteyên DAIŞ'ê dimînin, zarokên wan kincên reş li wan tên ferzkirin. Dema mirov di nava vê kampê de digere  tiştê herî balkêş tenê  rengê reş li ser zarokan  bi çavan tê dîtin. Reşiya ku cîhan hemû jê di nava metirsiyê de bû, ji aliyê YPG,YPJ,QSD'ê têk çû. Lê hîn ev reşî bandorek xweyî neyînî li ser mêjiyê gelek kesan dike. Bi taybet zarokên çeteyan ên ku rûyê wan bi çarşefên reş hatine veşartin ji vê yekê bi bandor dibin. Ev zinhiynet nahêle zaroktiya xwe bijîn.
 
'Rûyê xwe bigire şerm e, ev gunehekî mezin e'
 
Zaroka bi navê Daliya Faris ji  Mûsila îraqê ye ji 4 saliya xwe de di nava DAIŞ'ê  de dijî  û niha jî temenê Daliyayê 8 sal in. Rûyê Daliya bi çarşefa reş tê veşartin. Bê gûman Daliya jî wekî gelek zarokên din yên ku li kampa holê dimînin û rûyê xwe bi kincên reş vedişêrin  dixwaze zaroktiya xwe azad bijî, lê fikrê reşiyê  zaroktiya Daliya fêrî koletiyê kiriye. Daliyayê wiha dibêje: "Ji min re dibêjin 'rûyê xwe bigire şerm e, ev gunehekî mezin e'."
 
'Rûyê min xweşike ez ditirsim ku van kincan ji xwe bikim'
 
Di berdewamiya axftina xwe de Daliyayê  qala xweşikbûna rûyê xwe dike û dibêje: "Rûyê min pir  xweşike ez bi tirsim van kincan ji xwe bikim."