ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2019'AN

  • 09:00 25 Nîsan 2019
  • Rojev
*Zarokên DAÎŞ'yan ên li Kampa Holê dimînin û çarşefên reş li wan hatine ferzkirin dibêjin: "Em nizanin çima em van kincan li xwe dikin. Tenê ji me re dibêjin  'rûyê jinê şerm e'. Rûyê me pir xweşike lê em ditirsin ku van kincên reş ji xwe bikin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Efrînê derbarê avakirina sînorên di navbera Efrîn û Şehbayê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tê kirin wiha gotin:"Em ê têbikoşin û sînoran hilweşînin." DÎMEN HEYE
 
*Di 25'ê Nîsana 2017'an de dewleta Tirk bi balafirên şer êrîşî Çiyayê Qerecoxê kir. Di encamê de Radyoya Rojava FM hat hedefgirtin û niha weşana xwe dewam dikE. Endamên Radyoyê gotin:"Pilanên dewleta Tirk têk çû û dengê heqîqetê bi ser ket."DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara berê ya Qoserê Leyla Salman a ku berî bi demeke kurt hatibû tahliyekirin ji ajansa me re axivî. Leyla, di axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê û got ku rewşa çalakgeran gelek girane û wiha berdewam kir: “Bila hemû kes bibe dengê grevên birçîbûnê.” BI DÎMEN
 
*Dîlav Zîvzîk a ji girtîgehê bang kir di roja grevê ya 131’emîn de ye û Gamze Berçem jî roja 56’an li pey xwe hişt. Girtiyan dan zanîn ku zext zêde bûne, wan davêjin hucreyan û avê nadin wan û wiha gotin: “Divê gelê me bêyî ji dewletê tiştekî bipê, berxwe bide. Em ji rastiyek gel a têkoşer tên. Em gelekî ku bi berxwedanê jiyane tên.”DÎMEN HEYE
 
*Yek ji şaredariyên ku ji destê qeyûm hatiye girtin a Êlihê ye. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz da zanîn ku qeyûm ji bo şaredariyê 307 mîlyon û 328 hezar deyn hiştiye û got ji ber van deynan di carekê de nikarin projeyên xwe pêk bînin, wê hêdî hêdî pêk bînin.
 
*Şanoya Bajar a Amedê ku wê li Navenda Çand a Amedê yekem car derkeve ser dîkê, ji bo mîhrîcanê amade ye. Lîstikvana şanoyê Elvan Koçer got wan qeyûm şand û niha ji nû ve dîsa li ser sahneyê ne û her kes vexwend  mîhrîcanê. BI DÎMEN
 
*Seroka THÎV’ê Şebnem Korur Fîncanci balkişand ser rewşa girtiyên di grevê de û diyar kir ku Komîsyona Şopandina Grevên Birçîbûnê nikare girtîgehan bişopîne û wiha got: "Yekane çareserî jî hestiyariya civakê ye." BI DÎMEN
 
*Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kutlu, diyar kir ku deynê şaredariya ku wek 220 mîlyon aşkera kiribû bi lêkolînên dawî re derketiye 262 mîlyonî û got: “Di dema qeyûman de tu xizmet nehatiye kirin. 3 salan li hember hemû kesî dijminî kirine. Tevî hemû zehmetiyan karê me yê ewil wê destpêkirina xebatên jinan be.”BI DÎMEN
 
*Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Hulya Demîr diyar kir ku tecrîd di kesayeta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de  li ser hemû gelan tê meşandin û got: “Tirkiye destura bingehîn ya xwe tune dihesibîne. Me dewlet tu car wek hêza çareseriya pirsgirêkan nedît. Yên ku tecrîdê bi dawî bikin gel in, em in, em dikarin bi ser kevin. BI DÎMEN
 
*Meral Daniş Beştaş a HDP’î diyar kir ku şîdeta polîsan a li hemberî dayikan a li Gebze û Qoserê kêr biriye hestî û got divê polîs demildest ji peywirê bên girtin û wiha got: “Divê Walî deqeyekê li wê qursiyê nemîne. Divê wezareta karê hundir jî ji hemû Tirkiye û cîhanê re daxuyaniyekê bide. Em demildest vê dixwazin. BI DÎMEN