Dayikên di çalakiya xwe de bi biryar careke din li Gebzeyê ne

  • 15:51 24 Nîsan 2019
  • Rojane
KOCAELÎ - Dayikên ku ji bo daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin çûn ber Girtîgeha Gebzeyê ya Tîpa M, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û bi tacîza devkî re rû bi rû man. 
 
Çalakiya nobetê ya li ber Girtîgeha Gebzeyê ya malbatên ku zarokên wan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di gereva birçîbûnê de ne di roja 16'emîn de berdewam dike. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Tulaya Hatîmogullar û Ayşe Surucu jî xwestin bi malbatan re biçin ber girtîgehê. 
 
Malbatan ku dûrî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Gebzeyê bi kîlometrekê hatin gel hev careke din rastî astengiya polîsan hatin. Malbatên ku xwestin bi wesayitan biçin ber girtîgehê ji aliyê polîsan ve hatin tehdîtkirin û ji malbatan re wiha hat gotin: "Ger ku hûn li wesayitan siwarên em ê wesayitên we girê bidin." Mabatan li gel zextên polîsan xwestin li wesayitan siwarên lê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.   
 
Malbat çûn walîtiyê
 
Kêşandina dîmenê malbat û parlamenteran a ji aliyê rojnamegeran ve hat astengkirin, parlamenter û malbat bi tacîza devkî re rûbirû man. 
 
Malbatên ku demekê di bin dorpêça polîsan de hatin hiştin ji bo ku bi Walîtiya Kocaeliyê re hevdîtinê bikin ji qadê veqetiyan.