Dayikên girtiyan di çalakiyê de ne

  • 14:58 24 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Xizmên girtiyan ku destûr nehat dayîn li ber girtîgeha Tîpa D ya Amedê daxuyaniyê bidin, li ber Meclisa Dayikên Aştiyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. 
 
Malbatên girtiyên ku zarokên wan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ne, xwestin ku li ger girtîgeha Tîpa D ya Amedê çalakiyê li dar bixin. Lê polîsan çalakî astng kir û malbat bi otopîsan şandin navenda Amedê .Malbatên ku hatin navendê li bier Meclisa Dayikên Aştiyê bi dirjûşma bijî "Bijî berxwedana zindanan" û "Êdî dengê me bibihîzxin"  çalakiya rûniştînê li dar xistin.
 
Dayikên ku ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin çalakiya xwe berdewam dikin.