Aşûriyên Til Temir Cejna Mar Kîrokês pîroz kirin
- 14:56 24 Nîsan 2019
- Rojane
HESEKÊ - Îro gel bi jin û zarokan li gundê Til Kêfçî Cejna Mar Kîrokês pîroz kirin.
Bi boneya Cejna Mar Kîrokês îro merasîmên olî li Dêra gundê Til Kêfçî ya navçeya Til Temirê kantona Hesekê hate lidarxistin, bi dehan Aşûrî tevlî bûn. Merasîma olî ku ji aliyê Baxos Îşaya ve hat lidarxistin.
Piştî merasîma olî Baxos Îşaya naveroka vê rojê ji gel re parve kir. Paşê gel derketin ,find vêxistin û xwarin xwarin. Piştî xwarinê gel vegeriyan malê xwe û ji mêvanan re xwarina ku di vê rojê de dixwin (Dixwa û Kipta) pêşkêş kirin.
Valantîna Yeqûb got ku: "Gelê Aşûrî rastî gelek polîtîkayên qirkirinê hatin mînaka wê jî revadnina gelê Aşûrî li seranserî çemê Xabûrê ên Til Temir, lê têk neçûn û her bi çanda xwe jiyan. Zindîkirina çandê zindîkirina nasnameya mirovan e. Em ê her hebin û ber xwe bidin, zarok û neviyên xwe li ser vê çanda perwerde bikin."