Gelê Aşûrî amadekariya Cejna Mar Circis dikin

  • 14:34 24 Nîsan 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Îro  gelê Aşûrî li gundê Til Kêfçî Cejina Mar Circis pîroz kirin. 
 
Gelê Aşûrî xwedî kevneşopî û şaristaniyeke dîrokî ye, her çiqas rastî komkujî û êrîşan hatine, lê gav şûnde neavêtine û xwestinE xewn û xeyalên dapîrên xwe pêk bînin.
 
Gelê ku li gundên li dora Çemê Xabûrê dijîn kêlî bi kêlî êrîşên DAIŞ'ê têk dibin liv û tevgera xwe zindîtir dikin û hewl didin jiyana xwe ji nû ve bi rêxistin bikin. 
 
Şevê din mêvanên ku serdana mal û Dêra Gundê Til Kêfçî kirin, ji aliyê malbatan ve bi dilgermî û kêfxweşî hatin pêşwazîkirin û xwarina gelêrî hat pêşkêşkirin.
 
Derbarê hest û kêfxweşiya cejnê de Sûad Kîfarkîs axivî û wiha got: "Amadekariyên ku di şevê de ji bo cejnê em amade dikin pir balkêş in û di van kêliyan de ez pir xwe bi dilşad hîs dikim. Em kevneşopiyên dapîrên xwe dewam dikin da ku çand û şaristaniya me neyê jibîrkirin û windakirin. Di vê rojê de gelek kes kom dibin û dîrokê zindî dikin."
 
Sûadê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şeva Cejnê em xwarina Dixwa û Keptê amade dikin. Ez di vê cejnê de hêvî dikim ku aştî li Sûriyeyê serwer bibe."  
 
Îro jin, zarok û neviyên gelê Aşûrî ku li Navçeya Til Temir û gundewarên wê dijîn Cejna Mar Circis li gorî kevneşopiyên xwe ku dayîk û bavê xwe girtine, pîroz dikin.