Ji bo bidawîkirina tecrîdê rêxistinên HDP û DBP'ê bang kirin
- 14:33 24 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Çinarê derbarê çalakiyên grevên birçîbûnê de daxuyanî dan û xwestn ku tecrîd bi dawî bibe.
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja xwe ya 168'emîn. Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Çinarê derbarê çalakiyên grevên birçîbûnê de daxuyanî dan û xwestn ku tecrîd bi dawî bibe. Endamên Meclîsa Şaredariya Çinarê, Hevserokên HDP û DBP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Bang li hêzên demokratîk hat kirin
Hevserokê DBP'ê Omer Adsiz li navenda sûkê daxuyanî da û got:"Bi tecrîdê hukumeta AKP'ê bi awayekî bê rehmet bi ser Gelê Kurd e tê. Tecrîd tenê li girtîgehan nayê kirin li ser hemû gelê Kurd tê kirin. Em bangê li hemû hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê dikin. 8 hevalên me li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn. Ji bo mirin zêde nebin em di serî de bang li hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê dikin. Bila demildest tecrîd bi dawî bibe."
Daxuyanî bi çepik û bi dirûşman bi dawî bû.