Malbat li gel astengiyan li ber girtîgehê kom bûn
- 14:18 24 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - Malbatên girtiyan ji bo piştevaniya girtiyên grevên birçîbûnê xwestin li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Polîsan dayik dorpêç kirin û ew bi darê zorê ji ber girtîgehê dûr kirin.
Çalakiya girtiyên gireva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dike. Çalakiyên malbatên girtiyan jî ji bo piştevaniyê didomin. Malbatên girtiyan xwestin li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi çalakiya rûniştinê piştgirî bidin zarokên xwe. Polîsan malbat dorpêç kirin û destûr neda çalakiyê. Li ser vê yekê dayikan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Her wiha polîsan destûr neda rojnameger çalakiya malbatan ji nêz ve bişopînin.
Malbatên ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin bi darê zorê li otobusan hatin siwarkirin û ji ber girtîgehê hatin dûrxistin.