'Gelê Ermenî hene û li dijî polîtîkayên qirkirinê têdikoşin'

  • 14:02 24 Nîsan 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Bi armanca şermezarkirina salvegera 104'emîn komkujiya Ermeniyan, îro Yekîtiya Ciwanê Ermen, daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 'Hember hemû polîtîkayên qirkirinê me soza domandina hebûna xwe wekî gelê Ermenî daye."
 
Bi boneya 104'emîn salvegera komkujiya Eremeniyan ku 24'ê Nîsana 1915'an pêk hatibû, îro li Dêra El-Ezra li Taxa Nasira ya bajarê Hesekê, daxuyanî ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Eremenî hat dayîn. Daxuyanî bi du zimanan Ermenî û Erebî ji aliyê Endama Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Ermenî Êva Îsa û Endamê Ciwanê Eremenî Îmad Ermen ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Dewleta Tirk ji dîroka xwe ve dijminatiya gelan dike, yek jê gelê Ermenî bûn ku di dîrokê de rastî komkujiyan hatin û bi milyonan kes hatin qetîlkirin. Îro jî em wekî ciwanên Ermenî komkujiyên ku di der heqê gelê me yê Ermenî pêk anîn bibîr tînin. Em ji neviyên wan kesên ku hatibûn qirkirin e. Hember hemû polîtîkayên qirkirinê me soza domandina hebûna xwe wekî gelê Ermenî daye."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Na ji qirkirinê re", bi dawî bû.