Ji şaredariyê ji bo Safiye Bayat ku wekî 'Gaziya darbeyê' hat îlankirin mûçe

  • 12:01 24 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Hat diyarkirin ku ji bo jina bi navê Safiye Bayat ku piştî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê wekî 'kahraman' hat îlankirin, qeyûmê Şaredariya Yenîşehira Amedê 3 salan bêyî ku Safiye piyê xwe biavêje şaredariyê mûçe (meaş)  daye. 
 
Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku piştî 31'ê Adarê şaredariyên qeyûm tayînî wan hatin kirin dewer girtin, her roj nelirêtiyeke qeyûman tespît dikin. Hevşaredarên ku nelirêtî û talana şaredariyan tespît dikin, li dijî pêkanînên qeyûman ên li şaredariyan matmayî dimînin.  Ji van hevşaredarên ku li dijî pêkanînên qeyûm matmayî man hin ji wan jî hevşaredarên Şaredariya Yenîşehira Amedê Belgîn Dîken û Îbrahîm Çîçek e.   
 
Hevşaredarên Yenîşehirê ku listeyên personaelan kontrol kirin, rastî mûçeyê ji bo jina bi navê Safiye Bayat ku tê îdakirin xwe avêtiye binê tangê, birîndar bûye û wekî 'qehreman hatiye îlankirin' hatiye dayîn hatin. Tişta hevşaredar matmayî hiştin jî ew e ku Safiye bêyî piyê xwe biavêje şaredariyê ji aliyê qeyûm ve mûçe jê re hatiye dayîn. Herwiha hat aşkerakirin ku Safiyeya nehatiye şaredariyê li Stenbolê dijî û her meh mûçeyê xwe bi rêk û pêk ji hesabê xwe kişandiye. 
 
Hevşaredaran diyar kir ku ew li şaredariyê derbarê bûyerê de lêkolîna xwe berdewam dikin û wê di rojên pêş de bi berfirehî derbarê mijarê de gel agahdar bikin.